Navenda Meclisa Jin a Reqayê hate vekirin

Rêveberiya Jin a Reqayê bi merasîmekê navenda Meclisa Jin li taxa Mensûr a bajarê Reqayê vekir.

Navenda Meclisa Jin a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Jin a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Jin a Reqayê hate vekirin
23 sibat, 2019   15:54

REQA

Bi dehan jinên bajar, endamên jin Meclisa Sivîl a Reqayê, komîn û meclisên jinan û şervanên YPJ‘ê beşdarî merasîmê vekirinê bûn.

Merasîm bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Xaliya Kecwan axivî û vekirina navedê li jinan pîroz kir û berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir.

Rêvebera Meclisa Jin a bajarê Reqayê Fatima Teyar jî axivî û got: "Wekî jinên Bakurê Sûriyê ji ber kiryarên terorê me gelek zehmetî kişandin, lê îro me serkeftinên mezin bi dest xistin. Jina ku berê rola wê hatibû înkarkirin niha li ser bingehê fikrê netewa demokratîk bûye xwedî îrade û di her qadan de pêşengtiyê dike."

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Mehmûd Reqa ve hate vekirin.

Di dawiya merasîmê de li ber stranan govend hatin gerandin.

ANHA