Gerîlayan li Şirnex û Agiriyê li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuya kirin ku li bajarê Şirnex û Agiriyê li dijî hêzên dagirker ên artêşa Tirk çalakî lidar xistine.

Gerîlayan li Şirnex û Agiriyê li dagirkeran xist
23 sibat, 2019   14:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Şirnex û Agiriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

"Roja 19’ê Sibatê hêzên me li herêma Korê ya Çiyayê Cudî yê Şirnexê yekîneyekî veşartî ya artêşa TC’ê xist bin kontrola xwe. Piştî şopandina demekê heman rojê saet 14:00’an hêzên me êrîşî yekîneya veşartî kir. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin.

Roja 20’ê Sibatê artêşa TC’ê li herêma Deriyê Berana, Deriyê Wara û Navser a Çiyayê Cudî bi helîkopteran leşker danîn û operasyon da destpê kirin. Operasyon heman rojê saet 21:00’an bêyî ku encamekê bigre paş ve vekişiya.

Li dijî wesayîta zirxî çalakî hate kirin

Roja 21’ê Sibatê hêzên me saet 14:30’an li ser rêya Gundê Zorava yê navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî wesayîteke tîpa kobra ya artêşa TC’ê çalakiya sabotajê lidarxist. Agahiyên vê çalakiyê piştî ku diyar bûn wê bi raya giştî re were par ve kirin.”