Li Sûdanê xwepêşandan û binçavkirin

Li gelek bajarên Sûdanê li dijî biryarên serokê Sûdanê Omer El-Beşîr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta Sûdanê jî gelek xwepêşandêr binçav kirin.

Li Sûdanê xwepêşandan û binçavkirin
23 sibat, 2019   12:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li gelek bajarên Sûdanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandan li taxên paytext Xertûmê heta vê sibê jî berdewam kirin.

Sky Newsê ragihand ku xwepêşandêr daketin kolanan û helwesta xwe ya nepejirandina biryarên serokatiyê nîşan da. Xwepêşandêran îstifaya hikumetê xwest û bertek nîşanî ragihandina rewşa awarte da.

Xwepêşandêran di nava kolanan de tekerên erebeyan şewitandin. 

El-Beşîr rewşa awarte, betalkirina hikumetê û taloqkirina raberkirina guhartinên destûrî ragihandibû. Her wiha 18 kes ji saziya leşkerî û ewlehiyê wek walî erkdar kirin. El-Beşîr diyar kir ku ew ê îstîfa neke û got "Ew ê qonaxekê tenê dûrî hemû aliyên dijber bisekine" xw ev jî nîşana îstîfakirina wî ji nûnertiya serokatiya Partiya Kongreya Serwer e.