800 koçberên din gihîştin kampa Holê

Beşeke din ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê û koçber ji gundê Baxozê derketin û gihîştin kampa Holê. Rêveberiya kampê jî wan pêşwazî dike û alîkariyê pêşkêşî wan dike.

800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
800 koçberên din gihîştin kampa Holê
23 sibat, 2019   11:48

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Beriya niha bi çend kêliyan 9 kamyonên ku nêzî 800 koçber hilgirtibûn, gihîştin kampa Holê. Di nava wan koçberan de malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî hene.

Rêveberiya kampê yekser ew pêşwazî kirin, pêwîstiyên tenduristî û alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha tîmên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd kesên nexweş û birîndar pêşwazî kirin.

Nûçegihana me ji kampa Holê ragihand ku kesên ku hatine kampê jî di rojên dawîn de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û malbatên çeteyên DAIŞ`ê jî xwe radestî şervanan kiriye. Nûçegihana me destnîşan kir ku malbatên ku hatine kampa Holê malbatên biyanî ne, piştî ku tên kontrolkirin di kampê de têne bicihkirin.

Nêzî du hezar koçberên Baxozê di kampa Holê de ne. Îro jî beşeke din gihîşt kampê. Bi vê yekê hejmara koçberên di kampa Holê de gihîşt derdora 45 hezar û 800’an.

(bx/bm)

ANHA