‘Em ê ji bo belavkirina fikrên demokratîk li welatê xwe bixebitin’

Ciwanên ku tev li konferansa 2`yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn bûbûn, gotin ew hewl didin yekitiyeke pir xurt di navbera ciwanên Rojhilata Navîn de ava bikin da ku li dijî siyasetên dewletên desthilatdar bisekinin.

‘Em ê ji bo belavkirina fikrên demokratîk li welatê xwe bixebitin’
23 sibat, 2019   11:41

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Di rojên 20, 21 û 22`ê Sibatê de li bajarê Kobanê Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn hat lidarxistin. Gelek ciwan ji dewletên cuda yên Rojhilata Navîn tev li konferansê bibûn. Di dawiya konferansê de daxuyaniye der barê dozên girîng ên girêdayî civaka Rojhilata Navîn hat dayîn.

Hindek kesên ku tev li konferansê bûbûn, gotin ji bo ku ciwan li dijî siyasetên dewletên desthilatdar ên ku tevliheviyê dixin navbera gelan bisekinin, hewl didin yekitiyek xurt di nava ciwanên Rojhilata Navîn de ava bikin.

Ciwanê bi navê Meta Menroy ku ji Almanyayê tev li konferansê bûbû, diyar kir ku armanca wî ya tevlêbûna konferansê ew e ku destekê bide gelên bindest û wiha axivî: “Armanca min ew e ku li dijî desthilatdariyê tê bikoşim û ji fikrên ku banga azadiyê dikin, sûdê wergirim. Divê hemû gel li dijî faşîzmê tê bikoşin.”

Menroy destnîşan kir ku ew hêz û îradeya xwe ji tecrubeya gelê Kurd digire û wiha pê de çû: “Ez ji Kurdan fêr bûme ka çawa fikra demokratîk pêk bînim. Bê ferq û cudahî her kesî qebûl bikim.”

Di dawiyê de Menroy got aloziya Rojhilata Navîn dê bi fikrên demokratîk çareser bibe.

Ciwanê bi navê Bedran Orok ku ji Başûrê Kurdistanê tev li konferansê bûbû, got nîqaşên di konferansê de çêbûn girêdayî dozên jinan, dagirkerî û hwd. bûn.

Orok di axafina xwe de diyar kir ku hêviya wan mezin e ku bigihîjin asteke bilind a yekitiya di navbera ciwanên Rojhilata Navîn de. Orok wiha axivî: “Em wek ciwanên Rojhilata Navîn armanca me ya sereke ew e ku ji bo azadiya rêber Ocalan bixebitin. Ji ber ku wî fikrên herî baş ji bo çareserkirina aloziyan bi rêya projeya neteweya demokratîk, pêşniyar kirine."

Bedran Orok di dawiyê de destnîşan kir ku biryarên di konferansê de hatine girtin, dê di navbera ciwanên Başûr de pêk bînin û dê asta têkoşînê li dijî faşîzmê bilind bikin.

Ciwanê bi navê Ehmed Ednan ku ji parêzgeha Selaheddîn a Iraqê tev li konferansê bûbû, diyar kir ku armanca wî ji tevlêbûna konferansê ew e ku çareseriyekê ji aloziyên Rojhilata Navîn re bibînin û wiha axivî: “Em ê fikrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin Iraqê. Ji ber ju pêwîstiya wê bi projeyeke wiha ya demokratîk heye.”

Ednan di dawiya axaftina xwe de got ew ê hewl bidin firkên azad bi rêya semîner û civînên ciwanan belav bikin.

(bx/bm)

ANHA