ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.02.2019
23 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG‘ê li Goristana Şehîd Diclayê ya oxir dikin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîdekî Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîdên mehên  "Kanûn, Çile û Sibatê" li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur bi bîr tînin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya navçeya Tirbespiyê pêngava paqijkirina kolana giştî ya ji bajarokê Maşûq-Tirbespiyê û gundê Hilwa dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şervanên QSD‘ê yên ku ketibûn destê DAIŞ‘ê  û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin rizgarkirin kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina zarên xwe anîn ziman û gotin, ew li benda kêliya ragihandina serkeftina mezin a li dijî terorê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi nêzîkbûna têkçûna çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şêniyên navçeya Dirbêsiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Hêzên me soza xwe ji şehîdan re bi cih anî û em ê Efrînê jî ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasan diyar kirin ku perala ku hikûmeta Tirkiyê li Îmraliyê li dijî Ocalan daye rûniştandin hemû qanûn û pîvanên navdewletî, her wiha destûra Tirkiyê binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çeteyê bi navê Êmrih Ozhan komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê ku li bajarê Tirkî kar dikin da ku progpogendeya rêxistina terorîst bikin û çeteyên biyanî derbasî nava Sûriyê  dikin, keşif kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jina DAIŞ‘î ya Kazaxistanê ku ji beriya 5 salan ve tevlî DAIŞ‘ê bûye destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê rojên xwe yên dawî de ne û DAIŞ‘iyên biyanî tengav kirin da ku nehêlin birevin. Her wiha got, ew dixwaze vegere welatê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniya bi navê Wesfiye El- Hacî (35) di şevekê de ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê keça wê jiyana xwe ji dest da, lingê wê hevjînê wê qut bû û keça wê ya din jî birîndar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên li kampa Holê di demekê ku rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh kirine ji bo debara xwe ya rojane bi cih bînin besteyên cilan vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Xizmetguzariyê ya kampa Holê her roj zêdetirî 20 ton çopê ji kampê radike û ji ber bêdengiya rêxistinên mirovî yên li herêmê û kêmbûna alavên endezyariyê yên paqijkirina çopê, zêdetirî 20 ton çop li benda rakirinê dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA