Mamosteyên Helebê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz kirin

Mamosteyên bajarê Helebê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz kirin û gotin ku mirovan hebûn, kesayet û ramanên xwe yên azad bi rêya zimanê dayikê nas kir.

Mamosteyên Helebê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz kirin
21 sibat, 2019   14:22

HELEB

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, Komîteya Perwerdeya û Fêrkirinê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê daxuyaniyek dan.

Bi dehan mamoste li pêşiya dibistana Aya Qasim a li aliyê rojhilatê Şêxmeqsûd sekinîn û wêneyên tekoşer û mamoste Viyan Amara rakirbûn.

Her wiha pankartên bi zimanê Kurdî û Erebî li ser nivîsa "Zimanê dayikê roniya nifşan e, dîrok û şarestaniya gel tine nabe, zimanê dayikê nasnameya hebûnê ye" hilda bûn.

Daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Fatime Koşan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Ziman bingeha hebûna civakê ye, ji destpêka dîrokê ta roja îro ve, mirovan ziman, çand û kevneşopiya xwe diparêze, bi rêya ziman, fikir û rastiyê, mirovan hebûn û kesayet û ramanên xwe yên azad bi rêya zimanê dayikê nas kirin e.

Ji mafê mirov yê xwazayî ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe, ne ji mafê kesî ye ku zimanê wan ê resen qedexe bike, ji bo wê bi pêşketina ziman re civak û fikr pêş dikeve, bi zimanê biyanî ve pêşketina civakê ne pêkan e.

Em wek gelê Kurd, em ji mafê axaftina bi zimanê xwe yê dayikê û pêşketina wê hatin qedexekirin, tiştê ku di demên dawî de pêk tên dijmin dixwaze me dagir bike û hebûna me tine bike, lê li pêşiya van kiryaran, îradeya gelê Kurd bihêze û bi wê heta roja me ya îro dewam dike û ji bo wê canê xwe feda dikin û bûn roniya rêyan. Tiştê ku niha di şoreşa Rojava  de pêk tê îsbata wê yekê ye.

Bi munesebeta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, em hemû kedkar, tekoşer û endamên ziman ji mamosteyan pîroz dikin û ji raya giştî û civaka navnetewî re dibêjin weke hemû zimanan bila zimanê Kurdî rewa bikin".

(jo)

ANHA