Di roja duyemîn a konferansê de doza Kurdan û ya Filistînê hate nîqaşkirin

Roja duyemîn a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn bi dawî bû. Îro dozên gelan û rola ciwanan di çareserkirina van dozan de hate nîqaşkirin.

Di roja duyemîn a konferansê de doza Kurdan û ya Filistînê hate nîqaşkirin
21 sibat, 2019   14:25

KOBANÊ

Konferans duh li bajarê Kobanê hate destpêkirin. Di roja duyemîn a konferansê de, ciwanan teqez kirin ku divê doza Kurdan û ya Filistînê were çareserkirin.

Îro şandeyeke ji ciwanên bajarê Siwêdê yê başûrê Sûriyê tevlî konferansê bû. Li gorî agahiyan, îro bi şev şandeyek ji bajarê Lazqiyê yê Sûriyê û şandeyek ji Misrê jî wê tevlî konferansê bibin.

Beşdaran teqez kirin ku dewletên kapîtalizim hewl didin doza Kurdan û ya Filistînê asteng bikin da ku derbasî herêmê bibin û sîstema kapîtalîzimê ferz bikin. Ciwanan anîn ziman ku ger doza Kurdan û ya Filistînê neyên çareserkirin, wê Rojhilata  Navîn di nava domdariya şer de bimîne.

Her wiha di roja duyemîn de a konferansê de, belgefilima”Jineolojî” hate pêşandan.

Di heman demê de, mijarên wekî jin û cinsiyetperestî, olperestî, neteweperestî, rola ciwanan di modernîteya demokratîk de û têkoşîna gelê Filistînê û hwd di konferansê de hatin nîqaşkirin.

Tê payîn ku sibê konferans bidawî bibe û Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn were avakirin.

(kc)

ANHA