Li Reqayê yarîgehên werzîşê tên sererastkirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina yarîgehên li bajarê Reqa û gundewarên wê kir ku bi temamî rastî wêranî û talankirinê hatibûn.

Li Reqayê yarîgehên werzîşê tên sererastkirin
Li Reqayê yarîgehên werzîşê tên sererastkirin
Li Reqayê yarîgehên werzîşê tên sererastkirin
21 sibat, 2019   12:52

REQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina yarîgehan (stadên werzîşê) ên ku komên çete kiribûn baregehên leşkerî û wêran kiribûn, didomîne.

Piştî ku QSD’ê bajarê Reqayê ji dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar kir, Komîteya Ciwan û Werzîşê karê çêkirin û sererastkirina yarîgehan girt ser milê xwe. Ev xebat ji bo ji nû ve aktîfkirina aktîvîteyên werzîşî li bajêr bên kirin, dest pê kir.

Ji 32 yarîgehên mezin û biçûk ên bajarê Reqayê 14 hatin sererastkirin. Ji wan jî yek Yarîgeha El-Usod e ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de wek “Nuqteya 11’an” dihat nasîn.

Rêveberê Komîteya Ciwan û Werzîşê yê beşa sererastkirina yarîgehan Abdulkerîm Ebas wiha got: “Ew stadên werzîşê yên bajarê Reqayê sererast dikin, ji ber plansaziyên wan ên pêşerojê ne. Dûre dê turnuvayên fotbolê û hin lîstokên werzîşê yên cuda bên birêxistinkirin.”

(fr/bm)

ANHA