‘Pirzimanî ji bo hemû gelan gencîne ye’

Peymangeha Şehîd Zozan û Peymangeha Şehîd Gîvara yên Kobanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

‘Pirzimanî ji bo hemû gelan gencîne ye’
21 sibat, 2019   12:46

KOBANÊ

Peymangeha Şehîd Zozan û Peymangeha Şehîd Gîvara bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlêbûna bi dehan xwendekarên peymangehan hate dayîn.

Daxuyanî ji aliya mamosteya ziman û wêjeya kurdî Hîva El-Mustefa ve hate xwendin.

Hîva diyar kir ku axaftin û xwendina bi zimanê dayikê mafê hemû kesan e û wiha got: “Di gelek hevpeymanan de hatiye mîsogerkirin. Em bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê vê rojê li hemû gelan pîroz dikin. Ji ber ku zimanê her gelekî hebûna wî gelî ye. Her wiha em vê rojê li gelê xwe yê Kurd pîroz dikin û dibêjin divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê me yê ku ji ber sitemkariya desthilatdaran me nedikarî pê bixwînin, biaxivin û binivîsin, îro bi saya keda şehîdan em bi kar tînin. Me dibistan, peymangeh û zanîngeh bi zimanê xwe vekirin. Lê mixabin di sedsala 21’an de hîn jî mafê xwendina bi zimanê xwe nehatiye nasîn.

Dewleta Tirk li herêmên Kurdan bi taybet jî niha li Efrînê hemû dibistan kirine bi zimanê tirkî û hewl didin herêmê bikin Tirk.”

Hîva anî ziman ku erka ser milê wan hemûyan e ku ziman û wêjeya xwe bi hemû cîranên xwe bidin nasîn û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê neyê jibîrkirin ku pirzimanî gecîneyeke mezin e ji bo hemû gelan.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Bê ziman jiyan nabe’ bi dawî bû.

 (hk-şm)

ANHA