Li Bakurê Sûriyê di dirêjahiya 7 salan de rewşa zimanê kurdî

Li Bakurê Sûriyê di qada zimanê kurdî de ji 2012`an ve gavên girîng hatin avêtin. Êdî kurdî di zanîngeh, dibistan û peymangehan de perwerde pê tê kirin. Zimanê kurdî bi dehan salan li herêmê hatibû tepeserkirin û qedexekirin.

Li Bakurê Sûriyê di dirêjahiya 7 salan de rewşa zimanê kurdî
21 sibat, 2019   09:35

SILAVA EBDULREHMAN - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Li gorî daneyên zanistî îro li cîhanê bi qasî 2 hezar û 500 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Gelek zimanên kevn ên Mezopotamyayê, yan ji aliyê sîstemên mêtinger ve hatin tunekirin an jî di roja me de bi tunebûnê re rû bi rû têne hiştin.

Di sala 1999’an de UNESCO’yê 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Her sal tevahiya gelan vê rojê pîroz dikin, ji ber ku ziman hebûn û nasnameya wan rave dike.

Gelê Kurd tevî siyasetên tepeserkirin, asîmîlasyon û tunekirinê yên pergalên dagirker, zimanê xwe parast û mîna gelên din vê rojê pîroz dike. Gelê Kurd li Bakurê Sûriyê beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an di malên xwe de bi zimanê xwe jiyana xwe domand. Lê piştî ku herêm ji dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar kirin, vê carê zimanê kurdî li akademî, peymangeh û dibistanan hat fêrkirin. Zimanê kurdî bi avakirina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) heta bigihîje Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk tacîdar bû. Piştre zanîngeh li ser asta herêmên Rojava hatin vekirin û beşek taybet ji bo pêşxistina zimanê kurdî bi navê ‘Wêjeya Kurdî’ di nava zanîngehan de hate vekirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber û mamosteyê zimanzan ê Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo Menan Cafer ji ajansa me re axivî û qala pêvajoyên pêşketina zimanê kurdî di dirêjahiya 7 salan de kir.

‘Li herêmê şoreşa ziman’

Mamoste Menan Cafer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zimanê kurdî beriya Şoreşa Rojava hema bêje li ber windabûnê bû û wiha got: “Hindek mamosteyên zimanê kurdî û hezkiriyên wê hebûn û bi awayekî veşartî ji ber tirsa rejîma Sûriyê dixebitîn. Rejîma Sûriyê axaftin û fêrkirina zimanê kurdî qedexe kiribûn û asta wê ne li gorî asta akadamîk bû."

Menan Cafer destnîşan kir ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li tevahiya bajar, navçe, bajarok û gundên Rojava, zimanê kurdî derbasî qonaxên nû bû û wiha got: “Yanî qonaxa lêkolînê û çapkirina pirtûkên dibistanan li rex çek û rizgarkirina herêmên Rojava ji rejîma Sûriyê û çeteyan. Mirov dikare wê bi şoreşa ziman pênase bike."

Cafer bal kişand ser xebatên ji bo geşkirina zimanê kurdî û wiha got: “Di hin parçeyên Kurdistanê de hindek pêşketin di warê zimanê kurdî de hatin kirin, lê li Rojava derfeteke mezin hate bidesxistin û ji bo pêşxistina zimanê kurdî gavên mezin hatin avêtin. Ev gav bi saya şoreşa fikrî, têkoşîn û keda şehîdan hatin avêtin.”

Mamoste Menan Cafer wiha qala destkeftiyên di warê zimanê kurdî de kir: “Gava yekemîn di 2012’an de 2 dibistanên bi zimanê kurdî li gundê Diraqliya yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê hatin vekirin. Fêrkirina zimanê kurdî li van dibistanan dest pê kir. Piştre li Kobanê, herêma Cizîrê û hêdî hêdî bi hezaran dibistan hatin vekirin. Di sala 2015`an de li Rojava em gihaştin asta vekirina paymengehan. Di sala 2016`an de destpêkê li bajarê Qamişlo yekemîn zanîngeh bi navê Zanîngeha Rojava, piştre li kantonên Efrîn û Kobanê hatin vekirin. Ya balkêş ew e ku di her sê zanîngehan de beşên Wêjeya Kurdî bi armanca pêşxistina ziman bi awayekî akademîk, hatin vekirin."

Endamê rêveber û mamosteyê zimanzaniyê yê Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo Menan Cafer diyar kir ku ji ber nebûna ferhengekê yan jî enstîtuyeke kurdî ew gelek nakokiyan di navbera zaravayên kurdî de dikişînin û wiha domand: "Lê li zanîngehên Rojava me karî hindek pirsgirêkên ziman derbas bikin. Di Cotmeha 2018`an de me konferansek li dar xist. Konferans 2 rojan dom kir, me hemû pirsgirêkên ku ji hêla zeîfbûna zimanê kurdî ve rastî me tên nîqaş kirin û di dawiyê de em gihaştin hindek encamên ku rê li pêşiya wan pirsgirêkan bigirin."

Menan Cafer di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser gavên girîng ên ji sala 2012`an heya niha hatine avêtin û wiha pê de çû: “Beriya şoreşê kes nedikarî bi zimanê kurdî biaxive û di dibistanan an jî saziyan de nedihat bikaranîn. Lê niha di zanîngeh, dibistan û peymangehan de tê fêrkirin. Zimanê kurdî ji wê demê ve pêşketî ye, ji ber ku gel û civak bi hewcedariya zimanê xwe bû. Bi sedan salan hatibû tepeserkirin. Ji destkeftiyên zimanê kurdî çapkirina bi sedan pirtûkên dibistanan, zanîngehan û pirtûkên taybet di warê zimanzaniyê de. Her wiha zimanê kurdî di nav nifşên nû de belav dibe, niha zarok di dibistanan de bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin.”

Li Efrînê zimanê kurdî qedexekirî ye

Menan Cafer diyar kir ku siyasetên pişaftinê yên ku li ser gelê Kurd, înkarkirina zimanê dayikê û qedexekirina axaftina bi zimanê kurdî heta niha jî berdewam e û wiha got: “Efrîn mînaka herî berbiçav e. Gelê Efrînê beriya 20`ê Çileya 2018`an bi zimanê dayika xwe diaxivî, di dibistan û zanîngehan de fêrî zimanê xwe dibû. Di dibistanên Efrînê de zêdetirî 45 hezar xwendekaran bi zimanê xwe dixwend. Lê piştî dagirkirinê ji hêla artêşaTirk a dagirker ve, axaftina bi zimanê kurdî hatiye qedexekirin û zimanên sereke bûne zimanên tirkî û erebî.”

Mamoste Menan Cager destnîşan kir ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî saziyên têkildarî fêrkirin û pêşxistina zimanê kurdî wekî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Zanîngeha Rojava ji bo avakirina ferhengeke kurdî û nakokiyên di zimanê kurdî de derbas bikin,  di nava koordîneyê de ne.

(şx/bm)

ANHA