Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa pêngava Bagera Cizîrê, gera seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, aloziya Yemenê û nakokiyên Rûsya û Amerîkayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
21 sibat, 2019   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Kamyonan sivîl ji cihê herî dawîn ê DAIŞ`ê li Rojhilatê Sûriyê derxistin

Rojnameya El-Heyat behsa pêngava Bagera Cizîrê kir û wiha got: "Duh 15 kamyonan ku jin, zarok û mêr rakirin, ji cihê herî dawîn ê di bin kontrola rêxistina DAIŞ`ê li rojhilatê Sûriyê de derxistin. Ev gav diyar dike ku QSD di şerê li dijî terorîstên dorpêçkirî de hindik ma ku serkeftinê ragihîne.”

Şerq El-Ewset: Kurdên Sûriyê wek alternatîfa vekişandina Amerîkayê 3 daxwaz kir

Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî vekişandina Amerîkayê û serdana Îlham Ehmed ev tişt got: "Sîwana siyasî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ku ji Kurd û Ereban pêk tê, hewl dide alîkariya lojîstik û parastinê ji dewletên rojavayî bistîne da ku endamên biyanî yên DAIŞ`ê ku li gel wan girtî ne, darizîne. Her wiha wek alternatîfa vekişandina Amerîkayê 3 daxwaz kirin; qedexekirina firîna balafiran, belavbûna çavdêrên ewropayî li ser sînorê bi Tirkiyê re û destekdayîna leşkerî ji bo şerê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li rojhilatê Sûriyê.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: "Ji ber vê yekê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed piştî biryara serokê Amerîkayê ya vekişandinê, serdana Parîs, Washington û Londonê kir. Di heman demê de, rayedarên leşkerî û siyasî yên Amerîkayê jî serdana rojhilatê Sûriyê kir.”

Îlham Ehmed duh ji Londonê ji rojnameyê re got: “Min serdana cihê xwedî biryar kir da ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên Tirkiyê û rewşa DAIŞ`iyên biyanî piştî têkçûna DAIŞ`ê nîqaş bikin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: "Piştî civîna Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi çend saetan, Hûsiyan agirbest li parêzgeha El-Hudeyda binpê kir. Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths û serokê şandeya NY’yê ji bo pêkanîna hevpeymana Stockholmê general Michael Lolisgaard  bi hikumeta Yemenê û Hûsiyan re dikevin nava peywendiyan da ku binpêkirinan rawestînin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got:"Rayedarekî amerîkî duh hişyarî da û got şîdeta ku hêzên ewlehiyê ya Sûdanê li dijî çalakgerên ku li dijî hikumetê rabûne, bi kar tîne, dibe ku Sûdanê ji lîsteya Washingtonê derxe.”

Rûsya-Amerîka

Têkildarî rewşa Rûsya û Amerîkayê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser gefên Pûtîn ên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û wiha got:" Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gef li DYA`yê xwarin ku ew ê DYA`yê bike armanca moşekên Rûsyayê, ev gef jî wek bersiva gefên DYA`yê yên belavkirina sîstema moşekan li Ewropayê ye.”

Tirkiye

Her wiha têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Parêzvanên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku êrîşî çalakvanên Kurd kiribûn ku li dijî serdana Erdogan a sala 2017`an li Washingtonê derketibûn, ji dozgeriya Amerîkayê nefilitîn.”