‘Helwesta şêniyên Idlibê dê Enqereyê bixe nava çiravekê’

Tirkî Dedû diyar kir ku Rûsya hewl dide serweriya xwe li Sûriyê berfireh bike û rola Tirkiyê lawaz bike û wiha got:" Zêdebûna êrîşên leşkerî li Idlibê û helwesta şêniyên Idlib dê Enqereyê bixe nava çiravekê.”

‘Helwesta şêniyên Idlibê dê Enqereyê bixe nava çiravekê’
21 sibat, 2019   07:54

UDEYÎ EHMED / TEBQA

Têkildarî pêşketinên ku li bajarê Idlibê rû didin, nakokiyên Rûsya-Tirkiyê der barê Idlibê de, di demeke ku Soçî têk çû û zêdebûna êrîşa leşkerî ya Rûsyayê li Idlibê, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê, Tirkî Dedû ji ajansa me re axivî.

Dedû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên Rûysa-Tirkiyê di aliyê leşkerî û siyasî li Idlibê de û wiha got: "Ji ber ku Tirkiyê nikaribû hevpeymanê pêk bîne, lewre nakokî di navbera siyaseta Rûsya û Tirkiyê de derketin. Nexasim Tirkiyê nikaribû rêxistinên radîkal tevî endamên wê û di serî de Cebhet El-Nusra, tune bike, vê yekê hişt ku nakokî derkevin. Rûsyayê bi vê yekê dixwest Tirkiyê li hemberî raya giştî ya navneteweyî bixe nava helwesteke lawaz û bihêle ku Tirkiye dev ji fikra ew destûra leşkerî ya Rûsyayê li Idlibê red dike, berde.”

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov roja duşema borî têkildarî civîna Soçiyê got Rûsya gihîştiye wê baweriyê ku Enqereyê nikaribû dosyaya Idlibê çareser bike û wiha dewam kir: "Divê em bê hêvî nemînin ku bi rêxistinên terorîst re hevpeymanê çêkin. Ew terorîst in, Cebhet El-Nusra zarokên El-Qaîde ne.”

Moskov êrîşa leşkerî li “herêma bêçek” zêde dike, Enqere bê deng e

Rûsya bi rêya zêdekirina êrîşan li ser herêmên bêçek, zextê li Tirkiyê dike ku operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê li dar bixin. Lê Enqere heta niha li hemberî vê yekê bê deng e.

Têkildarî vê mijarê Dedû wiha axivî: "Armanca Rûsyayê ji zêdekirina êrîşan li ser herêmên bêçek, ew e ku Rûsya operasyoneke leşkerî li dijî komên çekdar ên li Idlibê ku girêdayî dewleta Tirk in, li dar bixe. Lê Tirkiye jî hewl dide çareseriya leşkerî dûrî Idlibê bixe.”

Dewleta Tirk hewl dide parastina çeteyên li Idlibê bike. Dewleta Tirk a dagirker di lûtkeya Tehranê de, hewl da agirbestê pêk bîne û bihêle çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) çekên xwe yên giran radest bikin û ji herêman derkevin.

Der barê helwesta şêniyên Idlibê li ser zêdebûna gavên leşkerî de Tirkî Dedû ev tişt got: "Topbarana rojane li ser herêmên bêçek, yek ji rêbazên Rûsyayê ye ku zextê li Enqereyê bike da ku tawîzên mezintir ji Enqereyê bistîne. Bi vê yekê Rûsya, dixwaze Enqere ji ber helwesta şêniyên Idlibê ya der barê zêdegaviyan û zêdebûna êrîşan de bixe nava çiravekê.”

Heta niha parêzgeha Idlibê, beşek ji bejahiyên Heleb, Hema û Laziqiyê di bin kontrola komên çete yên girêdayî Tirkiyê de ne.

Dedû di dawiya axaftina xwe de der barê pêkanîna hevpeymana Soçiyê de ev tişt lê zêde kir: “A yekemîn, pêkanîna hevpeymanê dê bihêle ku operasyona leşkerî were paşxistin ne ku were betalkirin. A duyemîn, derketina komên çekdar ji herêmên bêçek, dê bihêle ku erdnîgarî li parêzgeha Idlibê teng bibe û ev yek jî dê nakokiyên hundirîn di navbera rêxistinên herêmî de li parêzgeha Idlibê derxe.”

7`ê Îlona 2018`an, lûtkeya sêalîya Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Tehranê pêk hat. Lê tu encam nehatin bidestxistin. Piştî wê, Erdogan û Pûtîn li Soçiyê li hev civiyan û li ser herêma bêçek li hev kir.

(kc)

ANHA