Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementorya Ewrupa pêşniyara sekinandina endamtiya Tirkiyê erê kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementoya Evrupa, pêşniyara Raportora Tirkiyê Kati Piri pejirand. Kati Piri got ku li Tirkiyê bi eşkere rêveberiyek otokratîk heye û hiqûq nemaye.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementorya Ewrupa pêşniyara sekinandina endamtiya Tirkiyê erê kir
21 sibat, 2019   07:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşnîyaza ku dîyar dike ku divê danûstandinên bi Tirkîyê re yên li ser beşdarbûna Yekîtîya Ewrupa (YE) bi dawî bibin, dijî 7 dengan bi 47 dengan hat pejirandin.

Kati Piri di rapora xwe de li ser sîstema seroktîyê ya Tirkîyê got: “Bi awayekî eşkere rêvebirîyeke otokratîk e (yek kesî ye). Li Tirkîyê kontrola demokratîk nemaye û hiqûq tê binpê kirin. Li Tirkiyê sîyasetmedar û aktîvîst jî di nav de zêdetirî 50,000 hemwelatî girtî ne.”