Mustefa Êto: Erka me ya sereke rizgarkirina sivîlan e

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto diyar kir ku bi saya fedakariya şervanên QSD‘ê, DAIŞ ji Kobanê heta Dêrazorê nefesa xwe ya dawîn distîne û hêvî kir ku di demeke nêzîk de kesên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine girtin, werin rizgarkirin.

Mustefa Êto: Erka me ya sereke rizgarkirina sivîlan e
21 sibat, 2019   07:36

EBDULSELAM KERMAN / KOBANÊ

Di 16’ê Sibatê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku şervanên wan çeteyên DAIŞ’ê di gundê Baxozê de dorpêç kirine û axa ku maye di destê çeteyan de 600-700 metreçargoşe ye. Lê ji ber ku çete sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin, dereng bi pêş de diçin.

Daxuyaniya QSD’ê, gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê keyfxweş kirin. Lê pirsa ku derdikeve pêş aqûbeta sivîlan e ku di nava 5 salan de ji aliyê çeteyan ve hatine girtin.

Li ser mijarê, hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me wek rêveber hewl dida kesên ku hatine girtin, werin berdan. Em bi hêvî ne ku ew kes werin berdan û li malbatên xwe vegerin.”

Êto bal kişand ser şerê 2014‘an dema çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî Kobanê kir û wiha axivî: "Şerê dîrokî bi serketfinên YPG/YPJ’ê bi encam bû. Îro bi keda keç û xortên me DAIŞ nefesa xwe ya dawîn distîne.”

Mustefa Êto teqez kir ku wê têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê li herêmê bi tunekirina fikra tarî, yê nîjadperest bidome û wiha domand: "Hemû gelên Sûriyê bira ne, em jî beşek jê ne, Sûriyê welatekî şarestanî û pirrengî û çandî ye. Nîjadperestî ne ji çanda me ye, lewre divê li hemberî wê şer were kirin."

Êto anî ziman ku ya  şêniyan mijûl dike, aqûbeta dîlgirtiyên di lepên DAIŞ‘ê de ye û wiha axivî: "Ji roja yekem ve em bi awayekî cidî ji bo vê mijarê dixebitin. Ev zarokên me ne, me hewl dida xwe bigihînin wan. Lê em ji bîr nekin ku hîna gelek dever hene wekî Tedmur û cihên din di dest çeteyan de ne."

Êto di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Piştî serkeftina li dijî terorê ku nêzîk bûye, em ê hewl bidin ku fikrê wan ê tarî û hemû kesên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin, tune bikin. Armanca me Sûriyeyeke ji bo gelê wê ye û belavkirina çanda pirrengiyê ye.”

(bm)

ANHA