250 ciwan ji bo tev li Konferansê bibin gihiştin Kobanê

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê sibe li bajarê Kobanê dest pê bike. Heta niha 250 ciwan ji welatên cuda gihiştin Kobanê.

250 ciwan ji bo tev li Konferansê bibin gihiştin Kobanê
19 sibat, 2019   15:19

KOBANÊ

Amadekariyên Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku dê sibe li bajarê Kobanê destpê bike bi dawî bûn.

Komîteya Amadekar a Konferansê diyar kir ku 250 ciwan ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn îro gihiştin Kobanê da ku beşdarî Konferansê bibin.

 Ciwanên gihiştine Kobanê ji  "Filistîn, Urdun, Misir, Lubnan, Ermenistan, Tirkiyê, Iraq" îro gihiştin bajarê Kobanê.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê duh beşdarbûna 30 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo konferansê  li Deriyê Sêmalkayê asteng kir.

(hk)

ANHA