Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin

Malbata welatiyê bi navê Ehmed El-Îbrahîm ê ji Reqayê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê nefilitî. Di encama teqîna mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de ji malbata wî 3 zarok astengdar bûn.

Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
Mayineke DAIŞ‘ê ji malbatekê 3 zarok astengdar kirin
19 sibat, 2019   07:27

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Welatiyê bi navê Ehmed El-Îbrahîm ji herêma Sehle Benat e ku 2 km dikeve bakurê rojhilatê bajarê Reqayê û 4 kur û 2 keçên wî hene; Yasmîn (18), Îbrahîm (14), Hisên (12), Mihemednûr (11), Mustefa (10) û Beyan (6).

Malbata El-Îbrahîm piştî ku pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD‘ê ve dest pê kir û bi dijwariya şer re berî da bajarê Qamişlo, li vir jî salekê dimîne û piştî rizgarkirina Reqayê dîsa vedigere warê xwe.

18‘ê Sibata 2018‘an dema zarokên Ehmed; Îbrahîm, Hisên û Beyan û hin zarokên gund dilîst, mayineke çeteyên DAIŞ‘ê bi wan ve diteqe, di encamê de her sê zarokên malbatê astengdar dibin.

Îbrahîm her du destên wî, Beyan jî destê wê yê rastê û tileyeke destê çepê û Hisên destê wî yê çepê jê dibin.

Ehmed El-Îbrahîm serpêhatiya malbata xwe ji ajansa me re vegot. El-Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ev salek e zarokên min astengdar in, 40 rêxistinên herêmî û navdewletî serdana me kir û rewşa zarokan şopand. Wêneyên wan girtin û soza alîkariyê dan, lê hemû sozên wan tenê li ser kaxezan bûn, li ser erdê tiştek ji me re nekirin."

El-Îbrahîm destnîşan kir ku tenê rêveberiya bajêr alîkarî da û kar jê re di Şaredariya Reqayê de peyda kir.

El-Îbrahîm di şerê dawîn de birîndar dibe û di encamê de lingekî wî jê dibe. El-Îbrahîm diyar kir ku rêxistinên mirovî alîkarî pêşkêşî wî nekirine, tenê sozan didin û sozên xwe bi cih naynin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku lingekî çêkirî bi qasî 20 hezar dolarî tê amadekirin.

El-Îbrahîm destnîşan kir ku wî xwest derfetê bide zarokên xwe da ku êşa xwe ji bîr bikin û wan derbasî dibistanên taxa Mişlebê bikin, lê dibistanê bi hinceta ku erebe tune ye ku xwendekaran veguhêze, ev yek red kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez naxwazim zarokên min jiyaneke biêş û aloz derbas bikin.”

ANHA