Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike

Rexnegir û wêjevan Ûsama Ehmed got bi rizgarkirina erdnîgariyê DAIŞ tune nabe, divê destpêkê jêdera fikrên wê ku Enqere navenda wê ye, tune bibe û delîlên vê yekê jî hîna ev fikr di pirtûkan de li Tirkiyê têne çapkirin û weşandin.

Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
Ûsama Ehmed: Tunekirina DAIŞ’ê ji Enqereyê dest pê dike
19 sibat, 2019   07:24

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Çeteyên DAIŞ‘ê li cihê ku dagir kiribûn, di nav de Sûriye û Iraq, fikrên xwe yên tundraw û teng belav dikirin. Sûcên dijmirovî ji serjêkirin û her cure îşkence pêk dianîn û şaristaniya mirovahiyê xirab dikirin.

Dewleta Tirk bi her awayî destek da DAIŞ‘ê û sînorê xwe li pêşiya wê vekir da ku derbasî Sûriyeyê bibin û herêmê xirab bikin. Têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞ‘ê di gelek belge, wêne û dîmenan de eşkere bûn. Çeteyên DAIŞ‘ê jî li xwe mikur hatin ku ew desteka xwe ji îstîxbarata Tirkiyê digirin. Li aliyekî din jî li Tirkiyê pirtûkên ku balê dikişînin ser fikrên tundraw ên olperest ên DAIŞ‘ê, bi gelek zimanan tên çapkirin. Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê pirtûkên DAIŞ‘ê ku îmzeya weşanxaneyên Tirkiyê li ser hebûn, li malên herêmên Şehbayê ku berê ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn dagirkirin, peyda kirin.

Der barê mijarê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, rexnegir û wêjevan Ûsama Ehmed ji ajansa me re axivî û amaje bi têkiliyên Tirkiyê û DAIŞ‘ê kir û ev tişt anî ziman: “Tunekirina DAIŞ‘ê bi tunekirina fikrên ku dimeşînin pêkan e, ne bi tunekirina komeke çekdar ku xaknîgariyek dagir kiriye."

Ehmed wiha pê de çû: "Divê tevahî cîhan, hikumeta Amerîkayê û Kooalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê û hemû aliyên têkildarî têkoşîna li dijî terorê nas bikin ku tunekirina aliyekî tundraw ne bi tunekirina hin çekdaran li ser erdîngariyekê li Iraq an Sûriyê yan jî devereke din e. Ji ber ku tunekirina terorê ne bi tivingan e, lê belê bi tunekirina fikr û îdeolojiya wê ya nîjadperest a teng e û rêgirtina li ber belavbûna vî fikrî ye."

Ehmed di nava gotinên xwe de bal kişand ser ku heta niha tu kedeke navdewletî rastî di vê çarçoveyê de pêk nehatiye û wiha got: "Heta niha me tu kedeke navdewletî a rastîn di vî warî de nedîtiye, hemû xebat ji bo tunekirina rêxistinên terorîst di aliyê çekdarî de tên meşandin. Lê divê rêxistinên terorîst wekî fikrê nîjadperest bê tunekirin û xebat di vî alî de were kirin."

Ehmed bal kişand ser mercên belavbûna DAIŞ‘ê û wiha dewam kir: "DAIŞ ji El-Qaîde derket, ji şerê bi salan ku li Iraqê pêk hat, sûd wergirt û belav bûn. Di destpêka şerê li Sûriyê de jî sînorê Sûriyê derbas kir û şaneyên xwe ava kirin û xwe di hundirê Sûriyê de bi rêxistin kir. Hêdî hêdî beşek ji erdnîgariya Sûriyê dagir kir. Hin hêzên herêmê wekî Tirkiye û Qeterê heger bi awayekî eşkere be yan ne eşkere, destek da vê rêxistinê. Li Tirkiyê jî şaneyên rêxistinê hatin avakirin û baregehên leşkerî yên perwerdeyê hatin vekirin."

Ûsama destnîşan kir ku bi dagirkirina Efrînê re siyasetên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê ku tu ferq di navbera wan û DAIŞ‘ê de nîn ne, eşkere bûn.

Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber êrîşan berê xwe da herêma Şehbayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê buroya xwe ji nû ve vekir da ku xebatên xwe bidomîne.

Endamên yekitiyê di malên li gundên herêma Şehbayê de ku demekê ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatibûn dagirkirin, pirtûkên cîhadî ku propagandaya DAIŞ‘ê dikin, dîtin. Derket holê ku pirtûk li weşanxaneyên Tirkiyê hatin çapkirin û bi zimanên tirkî û erebî ne.

Li ser vê mijarê jî Ehmed wiha got: "Pirtûkên ku me dîtine, delîlên berbiçav in ku têkiliyên Tirkiyê yên bi DAIŞ’ê re eşkere dikin."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, rexnegir û wêjevan Ûsama Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Divê cîhan ji xetereya Eredogan re hişyar be, ji ber ku ji DAIŞ’ê xeternaktir e. Erdogan propagandaya DAIŞ û komên çekdar dike, bi şerê leşkerî tune nabe, ji ber ku fikrê ku propagandayê wê tê kirin, ne hêsan e. Heger cîhan xwest bi rastî terorê tune bike, divê jêdera fikrê were tunekirin, dema ev fikr were tunekirin, wê demê em dikarin bibêjin DAIŞ tune bûye."

ANHA