Şaredariya Serêkaniyê deverên hizimî sererast dike

Şaredariya Gel a Serêkaniyê dest bi sererastkirina deverên hizimî kir û malên rûxiyayî temîr dike.

Şaredariya Serêkaniyê deverên hizimî sererast dike
Şaredariya Serêkaniyê deverên hizimî sererast dike
Şaredariya Serêkaniyê deverên hizimî sererast dike
19 sibat, 2019   07:43

BASIL REŞÎD / HESEKÊ

Li bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê beriya çend mehan li hin taxan ax hizimî. Ax ji ber qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve ji ser herêma Serêkaniyê, kolandina bi hezaran bîrên îrtîwazî li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê ku di encamê erd qelişî û bi barîna baranê re hate xwarê.

Li hin taxên bajarê Serêkaniyê piştî ku dîwarên hin xaniyan qelişîn, çûn xwarê.

Şaredariya Gel a Serêkaniyê dest bi sererastkirina xaniyên ku rûxiyane kir û kortên çêbûyî dadigire.

Rêveberê Beşa Fenî ya şaredariyê Ebdulezîz Osê hizimîna axa Serêkaniyê spart gelek sedeman û wiha got: "Sedema sereke ew e ku hikumeta Tirkiyê nêzî 4 hezar bîr li ser sînorê Serêkaniyê kolandine, ev bîr bi roj û şev dixebitin, her wiha dagirkeriya Tirkiyê ava ku ji wan bîran tê kaniyan, girtine. Vê yekê av li ser herêmê kêm kir û di encamê de ax dihizime. Sedema din jî tebeqeyeke li jora axê hizimî heye navê wê bîloniya ye, dema baran tê ev tebeqe dilop dike û axê diqelişîne."

Osê diyar kir ku ji ber hizimîna axê 10 malan ziyan dîtiye û ev tişt got: "Li taxa Ronahî me 2 mal sererast kirin û deverên ku hizimîne, me bi kevirên reş dagirtin da ku fireh nebin."

Ebdulezîz Osê destnîşan kir ku ew bi rêya tijîkirina kortan bi kevrin baziltî ku firehbûna wan di navbera 70 heta 100 cm de ye, pirsgirêka hizimîna axê çareser dikin. Paşê jî kevirên hûr û xîzê radixin û bi balbîtonê diseyînin.

Osê anî ziman ku dê projeya wan a sererastkirina xaniyên hizimî di çend rojên pêş de bi dawî bibe.

ANHA