Rûspiyên êlên Ereb li rex QSD`ê ne

Rûspiyên êlên Ereb ên Herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û destnîşan kir ku ew amade ne ku ji her demê bêtir xak û gelê herêmê li hember her êrîşekê  biparêzin.

Rûspiyên êlên Ereb li rex QSD`ê ne
19 sibat, 2019   07:07

SILAVA EBDULREHMAN - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Di piraniya erdnîariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de QSD`ê gelek serkeftinên mezin li hemberî DAIŞ`ê bi dest ve anîn û êdî çeteyên DAIŞ`ê di bargeha xwe ya dawîn de li bejahiya Dêrazorê nefesa xwe ya dawîn distînin. Girêdayî mijarê rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê diyar kir ku ew minetdarên QSD`ê ne û ew bi serbilindî li rex hêzê di şeran de disekinin. Rûspiyan gefên Tirkiyê yên domdar jî şermezar kirin.

Berdevkê fermî yê Meclisa Êla El-Cebûr a Sûriyê Tirkî El-Mendîl diyar kir ku piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê tune kirine, Tirkiye dixwaze QSD`ê bike hedef û wiha got: "QSD hêzeke Sûrî ye. Welat parast û gel ji terorê rizgar kir. Ked û têkoşîna QSD`ê hêjayî rêzdariyê ye."

Têkildarî gef û mudaxeleyên Tirkiyê û aliyên derve di karûbarên Sûriyê de El-Mendîl ev tişt anî ziman: "Wek Meclisa Êl û Rûspiyan a herêmê em mudaxeleyên derve bi tundî şermezar dikin. Ji mafê gelê Sûriyê ye ku herêmên xwe biparêzin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku ji axa Sûriyê, gelê me û ewlehiya wî re rêzdar bin."

El-Mendîl diyar kir ku Tirkiyê sînorên xwe li hember terorê vekirin û ew derbasî herêmê kir û wiha dewam kir: "Tirkiye îro bi hinceta parastina gelê Sûriyê civînan li dar dixe. Lê hewldanên Tirkiyê nayên qebûlkirin, Tirkiye tenê ji bo belavkirina fitneyan û çandina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de armanc dike.”

Rûspiyê êla El-Cebûr Tirkî El-Mendîl bang li gelê Sûriyê kir ku bi yekrêzî li hember gefên derve li dijî ewlehiya herêmên Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bisekinin û wiha got: "Divê nêrîn bibe yek."

Girêdayî heman mijarê rûspiyê êla El-Cihêş Şêx Salih Xidir El-Ebid diyar kir ku AKP`ê îslamê îdia dike û wiha domand: "Ew tiştek ji rêgezên îslamê nizanin. Eger rast rêgezên îslamê pêk tînin wê demê wê bidîtina ku tevahiya gelan di Qurana pîroz de bira ne û wekhev in."

El-Ebid wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Wek şêxên êlên Ereb ên herêmê, em dengê xwe tevî dengên gelê xwe dikin yê ku dagirkeriyê û her mudexeleyekî li dijî xaka me, milkên me talan dike û ewlehiya me tehdîd dike, red dike. Herêm bi saya fedekariyên ciwanên me piştî tunekirina terorê ewle bû." 

Di berdewama gotinên xwe de şêx El-Ebid wiha got: "Ev xak, xaka me ye. Ji berê ve em Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din li herêmê ne. Li hember mêtingeriyê serî hildan mîna Serlah El-Dîn El-Eyobî û Cemîl El-Mislet Cilûd El-Selîbî. Lewre em dest ji xaka xwe bernadin."

Şêx El-Ebid tekez kir ku QSD`ê li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir û her tim amade bû li hember tarîtiya ku li hemêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye, bisekine û wiha got: “QSD`ê, DAIŞ têk bir, ji ber wê êlên herêmê ji bo piştgiriya QSD`ê ciwanên xwe tev li nav refên hêzan bikin."

‘Em rêkeftina Edeneyê û her kesê ku tê de beşdar e, red dikin’

Şêx El-Ebid destnîşan kir ku di van demên dawîn de rêkeftina Edeneyê ket rojevê û wiha pê de çû: "Em rêkeftinê û her aliyê tê de beşdar e, red dikin. Divê em civaka xwe ya Sûrî komî ser hev bikin û piştgiriya diyaloga bi rêjîmê re ji bo pêkanîna tevahiya mafên xwe bikin."

El-Ebid wiha domand: "Wek pêkhateyên herêmê bi yek destî, bi yek şûrî û bi yek çekî amade ne xak û gelê xwe biparêzin. QSD ciwanên me ne, ji ber wê em ji bo wan canê xwe feda bikin."

Şêxê êla El-Cihêş Xidir Salih El-Ebid tekez kir ku ew deyndarên fedakariyên şehîdên QSD`ê û tevahiya hêzên leşkerî yên di bin sîwana wê de ne.

(şx)

ANHA