Bekir Elo: Aliyên derve aloziya Sûriyeyê çareser nakin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo got, civînên Rûsya, Tirkiyê û Îranê wê aloziyê çareser neke, lê belê wê kurtir bikin. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê pêngava leşkerî ya li dijî El-Nusra asteng dike, ji ber ku tunebûna El-Nusra tê wateya bidawîbûna hebûna Tirkiyê li Sûriyê.

Bekir Elo: Aliyên derve aloziya Sûriyeyê çareser nakin
19 sibat, 2019   05:20

ARIF SILÊMAN/ŞEHBA

Di dema ku Rûsya, Tirkiyê û Îran civînên xwe qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê didomînin, çareserî li ser erdê namînin û alozî roj rojê kurtir dibe. Pê re jî hewldanên parastina berjewendiyên dewletan dûrî berjewendiyên gel dertên pêş.

Girêdayî civînên ku li Rûsyayê (Soçiyê) beriya çend rojan li dar ketine ku mijara sereke ya wan civînan mijarê Idlibê bû, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Bekir Elo di hevpeyvînekê de li gel ajansa me girêdarî wan hewldanan axivî û got: "Tevahiya dewletan wek Rûsya, Tirkiyê û Îran bi armanca pêkanîna armancên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê mudexeleya Sûriyê kirin. Rûsya desteka rêjîma Sûriyê dike da ku di serdestiyê de bimîne û projeyên wê pêk bîne. Ji aliyê xwe ve Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe hewl dide fikrê Îxwan El- Muslimîn li Sûriyê belav bike. Îran jî ji destpêka aloziyê ve desteka rêjîmê dike da ku projeya kevana Şiî bîne cih."

Elo wiha domand: "Ew dewlet ji berê ve bi hev re nakok in wê nikarbin bighêjin çareseriya aloziya Sûriyê. Civînê ku beyî beşdariya gelê Sûriyê li dar dikevin wê têk biçin û negihêjin armancên xwe. Çendîn civînan beyî beşdariya gelê Sûriyê li darkevin wê têk biçin û alozî wê berdewam bike."

Elo di berdewama gotinên xwe de mînakek girêdayî dijwarbûna pêkhatina lihevkirina beyî nûnertiya gelê Sûriyê anî ziman û got: "Lihevkirina Soçî di navbera Erdogan û Pûtîn de girêdayî herêma ewle têk çû."

Elo diyar kir ku Tirkiyê mijara Idlibê beriya hilbijartinên şaredariyan ên ku tê payîn di dawiya Adarê de li Tirkiyê li dar kevin, bi kar tîne.

Di dawiyê de Bekir Elo ev tişt anî ziman: "Tirkiyê operasyona leşkerî li Idlibê heya dawiya hilbijartinan asteng dike. Ew nixwaze El-Nusra tune bibe, ji ber ku tunebûna El-Nusra tê wateya bidawîbûna hebûna Tirkiyê li Sûriyê. Yanî wê tevahiya projeyên wê li Sûriyê têk biçin. Eger şer li Idlibê destpê kir wê şerê hebûn û nemanê be."

(şx)

ANHA