ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.02.2019
19 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Firatê bi rasthatina Roja Cîhanî ya Edaleta Civakî panelekê bi navnîşana "Edaleta Civakî di navbera zagon û pêkanînê de" li bajarê Kobanê lidar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Ereb ên Herêma Cizîrê serkeftinên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê silav kirin. Her wiha destnîşan kir ku ew amade ne ji her demê bêtir xak û gelê herêmê biparêzin. Rûspiyên êlên Ereb gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêbazên berxwedana şêniyên Efrînê di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdamê de cihereng in. Ji destpêka cihbûna wan li herêmên Şehbayê germeya havîn, sermaya zivistanê û dermanên kêm tehemul kirin. Lê hîna jî birêxistinkirî ne û perwerdeyên xwe yên bîrdozî dibînin. Şênî perwerdeyên xwe wek cureyek ji berxwedanê li hember dagirkeriyê û polîtîkayên wî dihesbînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo got, civînên Rûsya, Tirkiyê û Îranê wê aloziyê çareser neke, lê belê wê kurtir bike. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê pêngava leşkerî li dijî El-Nusra asteng dike, ji ber ku tunebûna El-Nusra tê wateya bidawîbûna hebûna Tirkiyê li Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rexnegir û wêjevan Ûsama Ehmed got: "Bi rizgarkirina erdîngariyekî DAIŞ‘ê tine nabe, divê destpêkê jêdera fikrê wê ku Enqerayê ye tine bibe, delîlê vê yekê ku hîna ev fikr di pirtûkan de li Tirkiyê têne çapkirin û weşandin, mîna van pirtûkan ketîne destê me." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gundê wê dagir kirin û mala wê rûxandin, lê qebûl nekir ku di bin zulma dagirkeriya Tirkiyê de bijî. Piştî rizgarkirina gund mala xwe ji nû ve ava kir û bi alavên besît ku bi destê xwe çêkirin mala xwe saz kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Bajarê Kobanê yê li Bakurê Sûriyê wê Konferansa 2`yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn pêşwazî bike. Tê payîn ku konferans roja çarşemê bi tevlêbûna şandeyên ji hejmarek ji welatên Rojhilata Navîn destpê bike. BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Karûbarên Civakî (Komîteya Lihevanînê) ya navçeya Silûkê ya girêdayîn Kantona Girê Spî dozên civakî çareser bike û wekhevî û edaletê di navbera endamên civaka herêmên de bîne cih. Komîte mehane derdora 25 dozan bi razîbûna her du aliyan çareser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata welatiyê bi navê Ehmed El-Îbrahîm ê ji Reqayê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê nefilitî. Di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de ji malbatê 3 zarok astengdar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî peydabûna ewlehiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û avakirina Komîteya Parastina Sûkan ji hêla şaredariyê ve, şênî kelûpelên xwe li sûkê beyî ku rastî dizînê werin dihêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Hews a gundewarê rojhilatê Reqayê bê navber dixebite. Piştî barana zêde ku di encamê de ziyan gihiştin rê û piran xebatên şaredariyê zêdetir bûn û li aliyekî din jî parkên bajarokê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker ji 5 salan ve rê nade ku şêniyên Eyn Dîwarê mewsima çandiniyê ya zivistanê û havînê biçînin û wan ji jêdera qûtê bêpar hiştine. Ew jî bandorek neyînê li jiyana wan û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji ber ku bi hilberîna xwe wek pakêta çandiniyê tê hesibandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Serêkaniyê dest bi sererastkirina malên ku  hizimîne sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA