Li Misrê êrîşeke xwekujî pêk hat

Li paytexa Misrê Qahîre êrîşeke xwekujî pêk hat, tê gotin  ku kuştî û birîndar hene.

Li Misrê êrîşeke xwekujî pêk hat
18 sibat, 2019   21:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Teqîn li kolana Dereb Ehmer a herêma Xewriyê pêk hat.

Çavkaniyekî ewlehiyiê diyar kir teqîn di dema ku hêzên ewlekariyê li pey kes xwekujî ketibûn, pêk hat.

Li gorî nûçeya Rûsiya Alyoum (RT) di encamên destpêkê yên teqînê de 3 kes di nav de yek polis mirin û 6 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan tercîh kirin ku êrîşkar heman kesê ku îna derbasbûyî li parêzgeha Cîzayê teqîn pêk anîbû ye.

Hêzên Ewlekariya cihê teqînê dorpêç kirin û tîmên taybet xebatên lêgerînê li herêmê dane destpêkirin.