Regulatora ava Marûda hate sererastkirin

Komîteya Çandinî û Avdaniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê regulatora ava Marûda ya gundên rojhilat sererast kir. Ava Marûda 7 hezar donim erd ava dide û 5 hezar kes sûdê jê werdigirin.

Regulatora ava Marûda hate sererastkirin
Regulatora ava Marûda hate sererastkirin
17 sibat, 2019   13:12

REQA

Bi rêya regulatorên avê, ava avdanî û vexwarinê bi awayekî birêkûpêk tê belavkirin. Di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de regulatorên avê yên gundewarên Reqayê hatibûn dizîn an jî hilweşandin.

Komîteya Çandinî û Avdaniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina regulatoran kir. Xebatên sererastkirinê li gundewarên rojhilatê Reqayê dest pê kirin.

Komîteyê bi alîkariya rêxistina ‘Geşkirina Reqayê’ dixebite. Di encama xebatê de regulatora ava Marûda li gundewarên rojhilat hate çêkirin. Ev regulator nêzî 7 hezar donim erd av dide û nêzî 5 hezar welatî sûdê jê werdigirin. Bi rêya vê regulatorê ava avdanê bi awayekî birêkûpêk li hemû cotyaran tê belavkirin û av digihîje hemû zeviyan.

Berpirsê projeyê Xalid El-Hac der barê mijarê de wiha got: “Ev regulator ji bo cotyaran mîna rayên jiyanê ne, bêyî wê dê ji sedî 10 erdên çandiniyê bê av dimînin, ji ber ku regulator asta avê di cokan de diparêze û herikîna avê birêkûpêk dike.”

El-Hac diyar kir ku ji ber barîna baranê xebatên sererastkirinê hinekî dereng man û tê payîn ku di rojên pêş de bi dawî bibe.

Li gundewarên Reqayê yên rojhilat 6 regulatorên avê hebûn, lê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn hilweşandin.

(kn)

ANHA