Kongreya Star li dijî dagirkeriyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Kongreya Star a kantona Efrînê ji bo derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê û rawestandina guhertina demokrafîk, dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kir.

Kongreya Star li dijî dagirkeriyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
17 sibat, 2019   13:23

ŞEHBA

Bi armanca redkirina hebûna Tirkiyê li ser xaka Efrînê û nêzîkbûna salvegera dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Efrînê re, Kongreya Star a Efrîn û navçeya Şêrawa kampanyaya komkirina îmzeyên şêniyên Efrînê dest pê kir û dê daxwazên wan radestî Neteweyên Yekbûyî bên kirin.

Der barê mijarê de Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi beşdarbûna endamên kongreyê da.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Efrînê Zozan Mistefa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Efrîn bajarê li Bakur û Rojavayê Sûriyê dikeve, bajar fermî girêdayî parêzgeha Helebê ye, hemû destwerdanên ji derve red kirin û rêya aştî û biratiya gelan ji pêkhateyên li Efrînê dijîn re vekirin, tevî wê yekê jî rastî gelek cureyên qirkirinê hat, bi taybet qirkirina ku di 20`ê Çileya sala 2018`an de ku leşkerên dagirker ên Tirkiyê û çeteyên wê pêk anî.

Em wek şêniyên Efrînê, me berxwedan kiriye rêya xwe û dagirkerî red kir. Em êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser xaka bajarê zeytûnan şermezar dikin, di êrîşên li ser Efrînê de balafirên şer û êrîşên dijwar 58 dewam kirin. Lê berxwedana me heta niha dewam dike. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan û Yekitiya Ewropayê dikin ku di zûtirîn demê de destwerdanê bikin da ku daxwazên me pêk bên.

Daxwazên me ev in:

- Efrîn a gelê wê ye, ji ber vê em guhertina demografîk red dikin.

- Em ji civaka navneteweyî û hikumeta wê dixwazin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji Efrînê derkevin û hemû komên çete ji Efrînê derxin.

- Em daxwaz dikin ku alîkariya têkoşîna hêzên me ku şerê terorê û dagirkeriya Tirkiyê dikin, bê kirin.

- Alîkariya şêniyên di kampan de bikin û alîkariya mirovî pêşkêş bikin.

- Di zûtirîn demê de çareseriyekê ji dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê re deynin, ji ber ku dagirkeriya wê çareseriya Sûriyê asteng dike.

- Em ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku di zûtirîn demê de daxwazên me pêk bînin, ji bo vê yekê bi navê Kongreya Star a Efrînê dest bi pêngava îmzeyên şêniyên Efrînê dikin da ku vegerin bajarê aştiyê.

- Em hêvî dikin ku hûn bi lez bersiva me bidin û destwerdaneke mirovî û wijdanî bikin, ji ber ku mafê me ye ku em li ser xaka Efrînê bijîn."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(jo)

ANHA