Zerîf: Îsraîl hewl dide şer gur bibe

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku Îsraîl hewl dide şer derxe û şêwaza danûstandina wê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dihêle derfeta lidarxistina şer gur bibe.

Zerîf: Îsraîl hewl dide şer gur bibe
17 sibat, 2019   12:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di Kongreya Munchen a li Almanyayê tê lidarxistin de daxuyaniyek da. Nêzî 700 kes tev li dewreya 55`an a kongreyê bûne.

Mihemed Cewad Zerîf di civînê de wiha got: "Hindek kes hene hewl didin şer derxin, wekî Îsraîlê. Xetere pir mezin e û heger em çavên xwe ji binpêkirina zagonên navdewletî re bigirin dê xetere mezintir bibe."

(bx)