Xewnên Erdogan kaosên Tirkiyê kûrtir dikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan, piştî ku wextê Amerîkayê ji bo rawestandina kirîna pergala parastina hewayî ya S- 400 dabû Enqereyê qediya , îro ragihand ku ew dest ji kirîna S-400’an ji Rûsyayê bernade

Xewnên Erdogan kaosên Tirkiyê kûrtir dikin
16 sibat, 2019   13:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala NTV a Tirkiyê ragihand ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got ku ew dest ji girêbesta kirîna sîstema S-400 a parastina hewayî bi Rûsyayê re bernade. Her ev jî piştî rojek ji ser dema fermî ya Washingtonê ji bo Enqereyê danibû pêk hat.

Berpirsên Amerîkayê dem ji bo Enqereyê heta 15’ê Sibatê danîbû da ku bersiva Amerîkayê bide. Her wiha diyar kir heke Tirkiye ji girêbesta S-400’an venegere, dê Washington pêşniyara xwe ya firotina roketên Patriotê ya ku dezgeha Raytheonê bi nirxê 3,5 milyar dolarên Amerîkayê ya ji bo Tirkiyê, paşde vekişîne.

Têkildarî mijarê, berpirsan got dê girêbesta firotina balafirên F35 a ku dezgeha Lockheed Martin ji Tirkiyê re çêdike, bixe xetereyê û dê bibe ferzkirina sizayên Amerîkayê.

Erdogan dema ji civîna Soçî ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de ya ji bo qaşo lêkolînkirina doza Sûriyê vegeriya, daxuyand ku Tirkiye ji bo kirîna sîstema S-400 bi biryar e.

Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê der barê doza keşîşê Amerîkayê Andrew Brunson de aloz dibin. Hew wiha Washingtonê siza li Enqereyê da û ev yek bû sedema ketina nirxê pereyê Tirkiyê.

(fr/bm)