‘Komplo li dijî biratiya gelan û mozaîkiya olan e’

Mamosteyên navçeya Tirbespiyê û Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Komplo li dijî projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û mozaîkiya olan e.”

‘Komplo li dijî biratiya gelan û mozaîkiya olan e’
‘Komplo li dijî biratiya gelan û mozaîkiya olan e’
‘Komplo li dijî biratiya gelan û mozaîkiya olan e’
‘Komplo li dijî biratiya gelan û mozaîkiya olan e’
‘Komplo li dijî biratiya gelan û mozaîkiya olan e’
16 sibat, 2019   12:52

QAMIŞLO

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Ocalan dide ferzkirin.

Îsal jî wek her sal li seranserê Kurdistan û cîhanê komplo hat şermezarkirin.

Mamosteyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê û Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyan komplo şermezar kir.

Mamosteyên navçeya Tirbespiyê daxuyanî li ber Peymangeha Şehîd Hesen day. Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hat xwendin. Mamoste Xeliya Xeşo bi kurdî, mamoste Ebdulezîz El-Wehiş bi erebî û mamoste Faya Êrdîş jî bi zimanê suryanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas re derbas dibe. Di heman demê de hêzên navneteweyî û yên hegemonîk hewl didin van rewşên aloz û kaosê bi dest xwe ve bînin û şoreşên demokratîk têk bibin. Di 15’ê Sibata 1999’an de hemû hêzên hegemonîk li dijî gelên azadîxwaz bûn yek û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi alîkarî û plansaziya îstixbarata Tirk girt û radestî Tirkiyê kirin. Komplo li dijî projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Em soz didin ku li ser şop û metoda rêber Ocalan ku Rêveberiya Xweser bi saya wî fikrî hatiye danîn û hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne, bimeşin.

Mala Êzidiyan

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî li pêş malê ya gundê Qezalçox ê girêdayî navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê daxuyanî da. Daxûyanî bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Daxuyanî Mala Êzidiyan jî wiha ye:

“Salvegera ku em bi bîr tînin, salvegereke ku sinc û exlaqê mirovan birîn dike. Ew salveger jî radestgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Komplo ji aliyê hezên herêmî û navneteweyî ve di 9’ê Cotmeha 1998’an hat plankirin. Di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî MÎT’a dewleta Tirk hat kirin. Ev 20 sal e di ser girtina Serokatî re derbas dibe. Serokatî ji hemû komplogeran re sepand ku azadî ne azadiya bedenî; azadî, azadiya mêjî ye.

Em wek Mala Êzidiyan vê komployê lanet dikin, ji ber ku li dijî çanda jiyana hevbeş, neteweya demokratîk û li dijî mozaîka olan e. Her wiha em bi  greva birçîbûnê ya ku têkoşer Leyla Guven daye destpêkirin û ya ketiye roja xwe ya 100’an re ne.

Em bang li hemû kesên xwe azad dibînin û fikra azadiyê dihewînin, dikin ku li dijî vê komployê bisekinin da ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo bişikînin."

(fr/bm)

ANHA