Îmarat jî dê komkujiya Ermeniyan nas bike

Piştî Fransayê Îmarata Erebî jî dê komkujiya ku Osmaniyan di sala 1915`an li ser Ermeniyan pêk anî, nas bike. Tê payîn ku mijar bibe sedema arîşeyê di navbera Îmarat û Tirkiyê de.

Îmarat jî dê komkujiya Ermeniyan nas bike
16 sibat, 2019   13:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê li ser zimanê çavkaniyên dîplomatîk diyar kir ku dewleta Îmarata Erebî dibe di 24`ê Nîsanê de komkujiya ku Osmaniyan di sala 1915`an de li dijî Ermeniyan pêk anî, nas bike. Roja 24`ê Nîsanê salvegera komkujiyê ye.

Li gorî çavkaniyan eger ev agahî rast bin, dê têkiliyên Tirkiye û Îmaratê bikevin rewşeke nebaş. Wezîrê karên derve yê Îmaratê di Tîrmeha sala 2017`an de dema ku serdana Ermenistanê kir, çû serdana peykerê Komkujiya Ermeniyan ê li paytext Yerîvanê.

Çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameya Lubnanî re diyar kir ku serokê Îmaratê Mihemed Bin Zadyin li dijî siyasetên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e û Tirkiyê wek dijminê Îmaratê dibîne.

(kn)