‘Divê serkeftinên QSD’ê cihê xwe di pêşeroja siyasî û civakî de bigirin’

Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku serkeftinên QSD’ê ji cîhanê re pir bi nirx in û wiha got: “Divê cîhan jî bi berpirsyariya xwe rabe û xwedî li serkeftinên ku bi dest xistine, derkeve. Divê ev serkeftin cihê xwe di pêşeroja siyasî û civakî de bigire.”

‘Divê serkeftinên QSD’ê cihê xwe di pêşeroja siyasî û civakî de bigirin’
16 sibat, 2019   11:47

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Bagera Cizîrê, Çiya Firat diyar kir ku ew ê di nêzîktirîn demê de mizgîniya bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ’ê bidin tevahî cîhanê.

Tekîldarî mijarê sekretêrê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku DAIŞ di aliyê cografîk de têk çû, lê hîn şaneyên wan ên veşartî hene û wiha got: “Divê hemû cîhan ji bo DAIŞ bi temamî bê tunekirin, bi hêzên QSD’ê re bibe alîkar.”

‘QSD’ê bingehê şikandina terorê pêk anî’

Şêx Baqî di despeka axaftina xwe de serkeftinên QSD’ê yên li dijî terorê pîroz kirin û wiha got: “Li dijî komên çete, ji Serêkaniyê heya Kobanê û îro jî Dêrazorê gelek serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Hêzên YPG/YPJ û QSD’ê bi baweriyeke mezin û vîneke xurt li dijî terorê şer kir. Hêzên pêşî û domdarî hêzên YPG/YPJ û QSD’ê bûn. Li ber çavê hemû cihanê serkeftinên gelekî mezin bi dest xistin. QSD’ê bingeha şikandina terorê pêk anî.”

‘Divê hemû cîhan ji bo tinekirina DAIŞ’ê bi QSD’ê re bibe alîkar’

Şêx Baqî da zanin ku îro jî gihîştin qonaxên herî dawîn ên tunekirina dagirkeriya DAIŞ’ê û wiha pê de çû: “DAIŞ ne tenê ji van hêzên berbiçav pêk tê. Pişta DAIŞ’ê heye û gelek dewletên herêmê piştgiriya DAIŞ’ê dikin. Ev alîgir dê şêwazê tevgera DAIŞ’ê biguherin. Yek ji wan dewletan ên piştgiriya DAIŞ’ê dikin jî dewleta Tirk a dagirker e. Dagirkeriya DAIŞ’ê di aliyê cografîk de tune bû, lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ bi temamî tune bûye. DAIŞ wê bi cureyên din di herêmê de tev bigere. Pêwîst e cîhan bi tevahî ji bo tunekirina DAIŞ’ê bi hêzên QSD’ê re bibe alîkar.”

‘Divê cîhan serkeftinên QSD’ê biparêze’

Cemal Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hebûna QSD’ê serbilind e. Serkeftinên QSD’ê ji cîhanê re gelekî bi nirx in. Divê cîhan jî bi berpirsyariya xwe rabe û xwedî li serkeftinên ku QSD’ê bi dest xistine derkevin. Divê ev serkeftin cihê xwe di pêşaroja siyasî û civakî de bigirin.”

(bm)

ANHA