El-Hûsî li dijî biryarên Kongreya Warsawê banga meşên girseyî kir

Serokê Hûsiyan Ebdilmelik El-Hûsî ji welatiyên Yemenê xwest ku sibê (roja yekşemê) ji dijî "xayin û minafiqan" ên ku beşdarî Kongreya Warsawê bûne, derkevin meşên girseyî.

El-Hûsî li dijî biryarên Kongreya Warsawê banga meşên girseyî kir
16 sibat, 2019   12:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê cemaeta Ensarellah El-Hûsî, Ebdilmelik El-Hûsî bi daxuyaniyekê bersiva biryarên Kongreya Warsawê da û wiha got: "Cudahiya di navbera Kongreya Warsaw û gelek civînên din de ew e ku vê carê tiştên berê bi veşartî dibûn, niha eşkere dibin, mîna lihevhatina bi Îsraîlê re û berê têkoşîna Ereban ji Îsraîlê guhertine."

El-Hûsî wiha pê de çû: "Em tekez dikin ku gelê Yemenê hîna li ser baweriyên xwe yên exlaqî û mirovî ye û li kêleka gelê Filistînê ye û girêdayî dozên mezin ên neteweyî ne, ew jî doza Filistînê ye." El-Hûsî her wiha tekez kir ku helwesta wî ya dijminahiya Îsraîlê nehatiye guhertin.

Der barê rûniştina wezîrê karên derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî li kêleka serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu de, El-Hûsî wiha got: "Derketina nûnerên çeteyên xayin li kêleka serokwezîrê pergala Îsraîlê ya dijmin, dide xuyakirin ka ew xayin dixwazin gelê Yemenê li ku be."

Benjamin Netanyahu der barê wêneya wî û wezîrê karên derve yê Yemenê de ku li Kongreya Warsawê hatibû kişandin wiha got: "Em dîrokê çêdikin." Di kongreyê de mijara aştiya li Rojhilata Navîn û hewldanên çêkirina hevbendiyeke li dijî  Îranê hate gotûbêjkirin.

Erebista Siûdî û dewletên Hevpeymana Erebî li Yemenê, Cemaeta El-Hûsî bi hevkariya bi Îranê re tawanbar dike. Hevpeymana Erebî ji bihara sala 2015`an ve li kêleka hikumeta Yemenê li dijî Hûsiyan şer dike.

(kn)