Kombûna çopê li kampa Holê dibe sedema nexweşiyan

Li kampa Holê paşguhkirina xebatên xizmetguzariyê berdewam in. Her ku diçe hejmara koçberan zêde dibe, koçberan bang li rêxistinan kir ku bi erka xwe rabin, bi taybet rakirina çopê, ji ber ku bandoreke neyînî li wan dike.

Kombûna çopê li kampa Holê dibe sedema nexweşiyan
Kombûna çopê li kampa Holê dibe sedema nexweşiyan
Kombûna çopê li kampa Holê dibe sedema nexweşiyan
Kombûna çopê li kampa Holê dibe sedema nexweşiyan
16 sibat, 2019   10:22

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Gelek şêniyên Iraq û Sûriyê ji ber dagirkeriya DAIŞ’ê neçar man ku koçber bibin. Rêveberiya  Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo pêşwazîkirina koçberan gelek kamp vekirin. Yek ji van kampan jî kampa Holê ye ku dikeve bakurê bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê. Kamp sala 2016’an hat vekirin, ji wê rojê heta niha pêşwaziya bi hezaran koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê kiriye.

Piştî ku QSD’ê qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî berîkên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin, bi hezaran sivîl ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Sivîlên ku tên rizgarkirin li kampa Holê tên bicihkirin.

Li gorî agahiyên me ji rêveberiya kampê wergirtin, beriya niha hejmara koçber û penaberan nêzî 9 hezar bû. Lê piştî rizgarkirina sivîlan ji lepên DAIŞ’ê, niha hejmara wan gihaştiye 41 hezar kesî.

Koçber bi rojan dimeşin heya ku dikarin ji lepên DAIŞ’ê rizgar bibin. Kesên ku ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de derdikevin, ji ber serma û reva ji çeteyan nexweş û birîndar digihîjin kampê. Ji ber rêxistinên mirovî erka xwe neanîn cih, nexweşî jî li nava kampê belav dibin. Yek ji van sedeman jî kombûna çopê ye û nerakirina wê ye.

Penabera ji Iraqê ya bi nav Şeyma El-Hemûd destnîşan kir ku ew ji ber paşdeçûna warê paqijiyê di nav kampê de bi gazinc in û wiha got: “Şaredarî erka xwe baş pêk nayne. Tenê kolana sûkê paqij dike. Mêş di nava kampê de belav bûne û ev dibin sedema nexweşiyan.”

Şeyma bang li rêxistinên mirovî kir ku di warê paqijiyê de bi erka xwe rabin, ji ber ku êdî jiyana wan dikeve xetereyê.

Koçbera bi navê Hezîfe El-Elî jî got divê rêxistinên di kampê de cihên taybet ji bo komkirina çopê diyar bikin, qutiyên çopê yên mezin li ser komînan belav bikin.

 (şx/bm)

ANHA