Kanala Xabûr a Dêrazorê tê sererastkirin

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji nû ve dest bi projeya sererastkirina kanala avdanê ya Xabûr a gundewarên rojhilatê Dêrozê kir. Ev proje dê ava vexwarinê ji zêdetirî 500 hezar kesî re û ava avdaniyê ji 250 hezar donim erd re peyda bike.

Kanala Xabûr a Dêrazorê tê sererastkirin
Kanala Xabûr a Dêrazorê tê sererastkirin
Kanala Xabûr a Dêrazorê tê sererastkirin
16 sibat, 2019   10:13

DÊRAZOR

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê duh li navenda Meclisa Sivîl a Dêrazorê civînek li dar xist. Hevserokatiya Meclisê, hevserokên komîteyên çandiniyê yên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê û her wiha bi dehan cotkar ku sûd ji projeyê werdigirin, tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî û projeya ji nû ve serastkirina kanalê  pîroz kir. Xesan Yûsif teqez kir ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi rêya komîteyên xwe projeya pêşketinê di hemû aliyên xizmetguzariyê de dike û dê xebatên wan berdewam bikin.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyan ê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Cîhad Lecî got ew ê dest bi ji nû ve serastkirina projeya kanala avdanê ya Xabûr li gorî plansaziyê bikin. Cîhad Lecî destnîşan kir ku wê xebatên sererastkirinê bi hevkariya tîma Firat a Înma werin kirin.

Li gorî Komîteya Xizmetguzariyê wê kar û xebatên sererastkirinê nêzî du mehan dewam bikin. Her wiha tê payîn ku kanal bi dirêjahiya 47 km dê were paqijkirin.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Mihemed Abdulezîz diyar kir ku piştî proje were sererastkirin wê encamên erênî bide. Mihemed Abdulezîz wiha got: “Kanal wê avê bi dirêjahiya 47 km ber bi bajarokê Sûrê ve belav bike. Ava vexwarinê ji bo 500 hezar kesî û ji bo avdana zêdetirî 250 hezar donim zeviyan were peydakirin.”

(bx/bm)

ANHA