Di 16’ê Sibatê de Tirkiyê çekên kîmyewî bi kar anîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, salekê beriya niha çekên kîmyewî yên ku bikaranîna wan hatine qedexekirin, li dijî şêniyên Efrînê bi kar anîn.

Di 16’ê Sibatê de Tirkiyê çekên kîmyewî bi kar anîn
Di 16’ê Sibatê de Tirkiyê çekên kîmyewî bi kar anîn
Di 16’ê Sibatê de Tirkiyê çekên kîmyewî bi kar anîn
Di 16’ê Sibatê de Tirkiyê çekên kîmyewî bi kar anîn
16 sibat, 2019   07:32

ELÎ KEDRO / EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20‘ê Çileya 2018‘an de êrîşî kantona Efrînê kir. Hêzên dagirker hemû cureyên çekên giran (top, tank, balafir) bi kar anîn. Dewleta dagirker çekên kîmyewî yên ku bikaranîna wan hatiye qedexekirin jî bi kar anîn.

Di 16‘ê Sibata 2018‘an de, leşker û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gaza klorê yên qedexekirî  li gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê bi kar anî, di encamê de 6 sivîl birîndar bûn.

Li gorî Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê kesên di êrîşa kîmyewî de birîndar bûyîn ev in; Mehmûd Reşîd Hesûn (33), Wedah Mustefa Xelîl (35), Ehmed Mihemed Hemo (38), Ednan Osman Şalîlko (35) û Mihemed Arif Heqî (43).

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di tehlîlên hatine girtin de îsbat dibe ku gaza klorê hatiye bikaranîn.

Ji sala 1997‘an ve bi peymana "Qedexekirina pêşxistin, derxistin, depokirin û bikarnîna çekên kîmyewî" ku ji aliyê 192 dewletan ve hatiye îmzekirin, biryara qedexekirina çekên kîmyewî kete meriyetê. Peyman ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve tê birêveberin.

(bm) 

ANHA