‘Tevî ku em li kampê dijîn jî em bi mayîna li Rojava kêfxweş in’

Penabera ji Iraqê ya bi navê Istibraq Ehmed ku li kampa Holê bi cih bûye, destnîşan kir ku ew li Rojava bi ewlehiyê hesiyan û tevî ew li kampê dijîn û tevahiya rêxistinan wan paşguh dikin jî, lê naxwaze vegere Iraqê û dixwaze li Rojava bimîne.

‘Tevî ku em li kampê dijîn jî em bi mayîna li Rojava kêfxweş in’
‘Tevî ku em li kampê dijîn jî em bi mayîna li Rojava kêfxweş in’
‘Tevî ku em li kampê dijîn jî em bi mayîna li Rojava kêfxweş in’
‘Tevî ku em li kampê dijîn jî em bi mayîna li Rojava kêfxweş in’
16 sibat, 2019   07:07

NESRÎN ALÎ / HESEKÊ

Di encama dagirkerina çeteyên DAIŞ`ê ji gelek herêmên Iraq û Sûriyê re, bi hezaran şênî ber bi herêmên ewle ve ku QSD`ê rizgar kirine û aramî û ewlehî lê peyda dibe, hatin.

Piştî ku şêniyên Iraq û Sûriyê ji malên xwe derketin, berê xwe dan kampan û li wir bi cih bûn. Ji ber vê yekê niha li kampa Holê nêzî 37 hezar koçber û penaber dimînin û li gorî gotina rêveberiya kampê hejmara koçber û penaberan zêde dibe.

Penabera iraqî Istibraq Ehmed (20) ku diya 2 zarokan e, got ji ber dagirkeriya çeteyan ji herêma wê re, wê gelek êş û jan kişandin, çeteyan ew ji malên wan derxistin û malên wan wêran kirin.  Istibraq wiha axaftina xwe domand: "Li Iraqê em rastî gelek sîtemkariyê ji aliyê çeteyan ve hatin, malên me wêran kirin, ji ber vê yekê me berê xwe da herêmên ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin, ji ber ku ev herêm ewle ne.”

Istibraq wiha dewam kir: “Ji destpêka ez derbasî Rojava bûm, ez bi xerîbiyê nehesiyam û rêveberiya kampê pêşwaziya min kir.” 

Istibraq bal kişand ser ku ev bûye 3 sal li kampa Holê dimîne, êdî kamp bûye mala wê û wiha axaftina xwe domand: "Rêveberiya kampê bi awayekî baş bi me re dide û distîne û çi ji destê wan were ji bo rihetiya me dikin. Lê em ji paşguhkirina rêxistinên mirovî yên ku alîkariya me nakin, aciz in.”

Di dawiya axaftina xwe de Istibraq Ehmed wiha got: "Ji ber aramî û jiyana hevbeş a di navbera şêniyên kampê de, ez bi Rojava ve hatime girêdan, mîna ku welatê min ê sereke be. Ji ber vê yekê  mayîna li vir baştir e ji êşa ku me li ser destê çeteyan dîtiye."

Hêjayî gotinê ye ku kampa Holê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve di sala 2016`an de hate vekirin. Sedema vekirina kampê jî, ji ber bi destpêkirina rizgarkirina Mûsilê re ji bo pêşwaziya penaberên Iraqî yên ji ber tundiya çeteyên DAIŞ`ê direviyan.

(ekîb)

ANHA