Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin

Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga azadiya wî kirin. Kurdistaniyên li Finlendayê jî meşa dirêj a du rojan dan destpêkirin.

Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
Li Helebê bi hezaran banga azadiya Ocalan kirin
15 sibat, 2019   16:36

HELEB

Meş ji ber Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a beşa Rojavayê taxê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Ocalan, berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê, pankartên bi nivîsên `Em tecîrda li ser Serok Apo şermezar dikin`, `Dest bi dest ji bo azadiya Apo`, `Em ciwan fedayî Apo ne`, `Bijî berxwedana zîndanan`, `Dagirkirina Efrînê berdewama komployê ye`, `Ocalan sembola aştî û fikra azad e`, `Gelê Helebê gelê Rêber Ocalan e`, `Şêniyên taxa Şêxmeqsûd Serok Ocalan silav dikin` hatin hildan.

Şênî di nav kolanên sereke yên taxê de meşiyan û sloganên `Azadî ji bo Rêberê neteweyî`, `Berxwedan jiyan e`, `Bijî Berxwedana Serdemê`, `Bê Serok jiyan nabe` berz kirin.

Meş li qada Eşrefiyê veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin beşek ji gotinên Ocalan girêdayî doza Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji şêniyan re hate weşandin.

Endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer axivî û destnîşan kir ku 20 sal li ser komploya navneteweyî der heqê Ocalan de derbas bûye. Hesen Koçer rola şehîdan di sekinandina li hember komployê de û çawa xelekek ji agir ji bo parastina fikr û rêgeza Ocalan çêkirine diyar kir.

Hesen Koçer destnîşan kir ku Ocalan hêza xwe ji gelê Kurd digire û dê girtîgeha Îmraliyê bibe minber û qubleya azadîxwazan.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Kongreya Star a Helebê Nehla Mistefa dewletên komploger şermezar kir û berxwedana têkoşeran û şehîdên azadiyê silav kir.

Nehle diyar kir ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate binavkirin û got: "Ev yek bersîva herî mezin e li hember komplogeran e. Bi saya fikr û felsefeya Ocalan jinê cihê xwe di dîroka zêrîn de ya Şoreşa Rojava girt. Armanca binpêkirina dewleta Tirk li Efrînê di nav bêdengiyan navdewletî de qirkirina nasnameya gelê Kurd e.

Meş bi berzkirina dirşûmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

FANTA

Girêdayî heman mijarê Kurdistaniyên li bajarê Fanta ya Finlandayê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî meşek dijrêj ji bo du rojan dan destpêkirin.  Meşvanan cilên ku wêneyên Ocalan lê hatine xêzkirin, li xwe kirin, wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsa `Ji bo Ocalan azadî` hildan.

Meşvanan ji bajarê Fanta ber bi paytexta Finlendayî Helsenkî ketin rê. Tê payîn ku li Helsenkî yê mitîng li dar keve.

(şx)

ANHA