Koçbereke ji herêmên dagirkirî: Ez ji Minbica ewle dernakevim

Koçbera bi navê Fatima Ehmed a ji bajarê Babê yê Sûriyê, piştî hevjînê wê dev jê berda û derbasî herêmên dagirkirî bû, erka xwedîkirina her du zarokên xwe girte ser milê xwe. Fatima dibêje tevî rewşa wê ya xizaniyê, lê ew ji Minbica ewle dernakeve

Koçbereke ji herêmên dagirkirî: Ez ji Minbica ewle dernakevim
14 sibat, 2019   09:27

SELWA EBDULREHMAN - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Bi hezaran ji koçberên ji herêmên di bin serweriya çeteyên "Mertalê Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, di encama topebarana balafirên şer ên Tirkiyê û kiryarên çeteyan ên talankirin û wêrankirinê de, dev ji malên xwe berdan û xwe dispêrin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şêniya bi navê Fatima Ehmed a 37 salî yek ji wan malbatan e ku ji ber kiryarên dagirkeriya Tirk dev ji warê xwe berda û xwe spart bajarê Minbicê, zarokên xwe ku temenên wan 9 û 10 salî ne, biparêze û wan xwedî bike. Lê ji ber rewşa xizaniyê ya Fatime, ew neçar ma ku tevî zarokên xwe di nava maleke wêrankirî de bijî.

Fatima bi malbata xwe re ji beriya du salan ve ber bi herêmên ewle ve bi meşê koçber bû. Piştî salekê ji koçberkirinê li bajarê Minbicê bi cih bû, ji ber rewşa debarê zêde dijwar bû, hevserê wê dev ji wan berda û li bajarê Babê vegeriya. Barê xwedîkirina zarokan tenê li ser pişta Fatima ma.

Xizaniyê azara wê zêdetir kir

Xizaniyê jiyana Fatima zehmettir kir. Ne mal heye û ne jî tiştek heye ku ji zarokên xwe re xwarinekê amade bike. Dervî ku zivistan e sar û sermayek dijwar e, lê betanî jî tune ye ku xwe pê ji seqema bêîman biparêze. Zivistana dijwar li ber sobeya êzingan derbas kir. 

Fatma tenê hêvî û daxwazekê dike; di odeyekê de tevî debarên sereke yên jiyanî peyda bibe da ku zarokên xwe xwedî bike, lê koçberkirin û xizaniya dijwar hêviyên wê bi cih neanî. Her wiha rêxistinên mirovî jî rewşa wê paşguh kirin.

Fatma Ehmed wiha axivî: "Ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim, mehên derbasbûyî, min karê  berhevkirina zeytûnan li gund dikir. Niha jî ez xwe bi alîkariyên ku şênî didin min, bi rê ve dibim û zarokên xwedî dikim.”

Fatima wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tevî zor û zehmetiyan, ez ji bajarê Minbicê dernakevim, ez bi zarokên xwe re di vê mala xirabe û kevn de, bê tirs û di nava ewlehiyê de dijîm.”

(ekîb)

ANHA