Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike

Şêniyên taxa Rimêla ya bajarê Reqayê bi pirsgirêka kêmbûna avê re rû bi rû mane. Şaredariya Gel jî diyar kir ku alavên hilmijandina avê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dizîn û rûxandin, ew dê di sala nû de pirsgirêkê çareser bikin.

Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
Şaredariya Reqayê pirsgirêka avê ya taxa Rimêla çareser dike
14 sibat, 2019   07:46

HEMÎD EL-ELÎ- HEMED EL-MISTEFA/REQA

Bi derbasbûna demê re pirsgirêka kêmbûna avê bû yekemîn pirsgirêka şêniyên taxa Rimêla ya Reqayê. Sedema bingehîn a derketina vê pirsgirêkê, dema ku DAIŞ’ê Reqa dagir kir, hilmij (dînemoyên avê dikişînin) dizîbûn û toreyên sereke yên avê hilweşandibûn.

Di gera ajansa me ANHA’yê li taxa Rimêla de, hin şêniyan destnîşan kir ku divê pirsgirêka avê ji hêla aliyên pêwendîdar ve bê çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyê bi navê Ziyab El-Xanim wiha got: "Ev salek û nîv e em vê êşê dikişînin. Em bi xezanên ku li kolanan hatine danîn, hin pêwîstiyên xwe dabîn dikin, lê ev jî ji ber pirbûna şêniyên taxê nabe çareserî."

Şêniyê bi navê Mehmûd El-Mihemed jî wiha got: “Em nikarin avê bi stêran bikirin, ji ber ku peydakirina wan ne hêsan e û buhayê xezanekî 5 bermîl bi 700 heta hezar lîreyên Sûriyê ye."

Serokê Yekîneya Avê ya Şaredariya Gel ê Reqayê Elî Şerîf têkildarî çareseriya pirsgirêkê wiha axivî: "Sedema bingehîn a pirsgirêkê, xirakirina stasyona turimpeya kehrebeyê (elektrîk) ya girêdayî aliyê bakur e, ji lew re tor û boriyên avê hatin xitimandin. Zêdetirî wê jî çeteyên DAIŞ’ê alavên hilmijandina avê xirab kirin û dizîn.”

Şerîf teqez kir ku ew dê di plansaziyên xwe yên sala nû de pirsgirêka avê çareser bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê torên avê sererast bikin û hinan jî bi yên nû re biguherin. Ji ber ku herêm bilind e, ew ê di hefteyê de 3 rojan stasyonê bi kar bînin da ku av têra hemû taxê bike."

(fr/bm)

ANHA