Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin

Pêkhateyên Qamişlo bi merasîmekê 4 şehîd li Goristanan Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin. Şêniyan diyar kirin ku ne ji şehîdan û fedekariya wan ba dê çeteyên DAIŞ`ê li tevahiya cîhanê belav bûna.

Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Delîl Saroxan 4 şehîd hembêz kirin
13 sibat, 2019   15:54

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Qamişlo bi navê Mistefa Silêman, cenazeyên şervanên Hêzên Parastina Civakî Heqî Hol bi navê Mehmûd Etalah, Ismaîl Qamişlo bi navê Yasîn Debûl, şervan Hetîmî bi navê Mihemed Hetîmî li taxa El-Enteriyê kombûn. Şervan di 11`ê Sibatê de di Şerê Tinekirina Terorê de ji bo rizgarkirina cihê dawî yê çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûbûn.

Piştî wergertina cenazeyên şehîdan, şênî bi kerwanekî wesayîtan  ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê. Li goristanê bi hezaran şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl û şervanên hêzên leşkerî û Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efîn axivî û got: "Ger ne ji şehîdan û fedekariyên wan bûya,  dê DAIŞ`ê li tevahiya cîhanê belav bûya, ji ber ku ew li ser tevahiya mirovahiyê xeteriyek bûn."

Îdan destnîşan kir ku hêzên tarî hewl dan fîtne di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bikin, lê bi saya xwîna şehîdan û bi saya fikr û felsefeya Ocalan komplo û fîtne vala derketin.

Ji aliyê xwe ve şervanê YPG`ê Mihemed Zêdan got: "Şehîd meşaleyên azadiyê ne. Rêya azadiyê û rûmetê ronî dikin."

Piştî bidawîbûna axaftinan, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Revîn Şêxo wesîqeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Paşê, girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

(şx)

ANHA