Kongreya Star binpêkirinên Tirk ên li dijî jinan şermezar kir

Şaxa Kongreya Star a kantona Efrînê sûc û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên terorîst derhqê jinan de şermezar kir û bang li tavahî jinên cîhanî kir li hember van siyasetên kirêt bisekinin.

Kongreya Star binpêkirinên Tirk ên li dijî jinan şermezar kir
13 sibat, 2019   14:53

ŞEHBA

Artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê di navberê Sûriyê û dewleta Tirkiyê de hin sivîl di dema hewil didan ji dest kiryar û binpêkirinên wan xwe rizgar bikin, kir armanca guleyên xwe û di encamê de jin hatin qetilkrin. Têkildarî mijarê, rêxistina Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Eyşe Mehmûd ve li gundê Til Qirah a kantona Şehba bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreyê û jinên kantona Efrînê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Binpêkirin û kiryarên dagirkeriya Tirk a faşîzim û çeteyên wê ve yên li ser sivîlên bêguneh,  siyaseta înkar û çewisandinê ya ku li dijî şêniyên resen ên kantona Efrînê pêk tên, guhartina demografîk, qirkirina etnîk, komkujiyên hovan e yên li dijî jinan pêk tên, şermezar û lanet dikin.

Bazirganên mirovî wan dixapînin ku ew ê bibin herêmên ewle, lê li ser sînorê Tirkiyê têne qetilkirin. Herî dawî sûceke din li ser sînor hate kirin û di van du rojan de, ev cara duyemîne ku ev tişt dûbare dibe. Li gorî agahiyan jinên ku jiyana xwe li ser sînor ji dest dane ev in: Hude, Lovîn, Meha, Semîha û hin ji wan jî hê çarenûsa wan ne diyar e.

Em dizanin ku, armanca komkujiyên ku di derheqê jinan de pêk tên şikandina vîna gel e û dûrketina ji xakê ye. Ji lewre em bangî li hemû jinên cîhanê dikin ku, li hember vê komployê rawestin, ji ber rojane jin bi sedema vê hovîtiyê tên kuştin û ne tenê jina kurd tê kuştin, jinên ji hemû pêkhateyan têne kuştin. Jin ahenga jiyanê ye û Şoreşa Rojava Şoreşa jina azad e."

Daxuyanî bi dirûşmeyên redkirina hebûna Tirkiyê li ser axa Efrînê û silavkirina berxwedana jinê bidawî bû.

 (fr)

ANHA