‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’

Şêniyê bi navê Murad Ehmed ê ji Cindirêsê di Berxwedana Serdemê de, dîmenekî wî li ser toreyên medyaya civakî hate belavkirin û bi vê yekê ew navdar bû. Murad di dîmen de berxwedana xwe li herêma Cindirêsê teqez dike. Murad ku niha li Şehbaye got:”Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir.”

‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’
‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’
‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’
‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’
‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’
‘Dagirker dixwest me qir bike, lê me bi têkoşînê ew têk bir’
13 sibat, 2019   06:26

CEFER CEFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Murad Ehmed sala 1965`an li herêma Cindirêsê çavê xwe li dunyayê vedike. Murad bi dîmenekî tomarkirî ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de hate weşandin, israra xwe ya berxwedanê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  teqez dike.

Murad li taxa El-Tehtanî ya li navenda herêma Cindirêsê dijiya, li taxê 200 mal hene û ji ber bombebarana hovane ya ku artêşa Tirik a dagirker li ser herêmê pêk dianî, zêdeyî 100 malî hatin hilweşandin. Her wiha gelek malên ku zirer negihîşt wan, piştî artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagirkirin ew hilweşandin.

‘Heke hemû hêz êrîşî me bikin em ê li dijî wan bisekinin’

Murad ku nêzî 35 rojan li mala xwe ma, ango heta  24`ê Sibata sala derbasbûyî,  ji ajansa me re axivî û got:”Mala min  ji ber bomebarana çeteyan bi mûşek û topavêjan, hilweşiya, ew sivîlan dikin hedef û  ji ber têkçûnên wan li  ser destên şervanên YPG û YPJ`ê li eniyên şer, gundan hildiweşandin. Ji ber vê yekê heke hemû hêz êrîşî me bikin, em ê ji erka xwe nerevin û em ê li berxwe bidin. Em dev ji welatê xwe bernadin, xwedê ev ziman daye min û ew dixwazin zimanê min biçewisînin, ez Kurd im…. ez Kurd im.”

Piştî ku mala Murad, ji ber bombebaranê  hilweşiya berê xwe da gundê Meskenê ku nêzî navenda herêma Cindirêsê ye. Murad nêzî 50`î rojî ji Berxwedana Serdemê, li gund ma, ango  heta 10`ê Adara 2018`an li gund ma.

‘Min ji zarokekî re got; ji ber bombebaranê bavê te şehîd bû, lê şehîd namirin’

Murad wan rojan şermezar dike, ji ber hêjî bandorê li piskolojiya wî kiriye û wiha dewam kir:" Me 35 rojan li navenda herêma Cindirêsê li ber xwe da, rojên reş bûn. Lê me dev ji kar û têkoşîna xwe tevî gera balafirên şer ên Tirkiyê û topên ku li ser navenda Cindirêsê diketin, berneda.  Em ji bîr nekin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker û faşîst e, dixwaze ziman û çanda Kurdî biçewisîne, me axaftina xwe got û me li dijî dagirkeriyê li ber xwe da.Tê bîra min ku di rojeke ku bombebaran bi awayekî rojane bû û topek nêzî min ket, di wê kêlîkê de zilamek bi temenê xwe 40 salî bû şehîd bû. Her wiha zarokek li kêleka wî bû lê tu zerar neghiîşt wî û tavlê ber bi min hat û xwe avêşt hembêza min. Bi çavekî girî got; bavê min mir êdî nema tê, min jî jê re got; bavê te nemiriye, bavê te şehîd bûye û şehîd namirin.” 

Murad ku niha li kantona Şehbayê têkoşîna xwe dewam dike, soza xwe a rizgarkirina Efrînê nû kir û wiha dewam kir:" Em ê heta dawiyê têbikoşin, em xwediyê vê axê û zeytûnê ne, israra me li Şehbayê wê bi rizgarkirina Efrînê ji destên dagirkeran encam bigre.”

(ekîb)

ANHA