Jinên Kobanê: Me vîna xurt ji Ocalan girt

Jinên ji bajarê Kobanê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn, tekez kir ku wan piştî hevdîtinê asta têkoşîn û girêdana bi xaka xwe ve bilind kirine. Her wiha destnîşan kir ku bi saya fikra Ocalan ew ji zîhniyeta mêrdestiyê rizgar bûne.

Jinên Kobanê: Me vîna xurt ji Ocalan girt
13 sibat, 2019   07:11

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Mayîna Rêberê Gelê Kurd li Sûriyê û Lubnanê, derfeta hevdîtinê ji gelek şêniyan re peyda kir da ku Ocalan bibînin û ji nêz ve nas bikin. Gelek jinên Kobanê jî ew derfet jê re hatibû peydakirin.

Dayika Salhe Etî ya 75 salî, destpêkê li paytexta Sûriyê Şamê dimîne, lê piştî destpêkirina aloziya Sûriyê vedigere bajarê Kobanê û niha li wir jiyana xwe dewam dike.

Dayika Salhe diyar kir ku dema ew li Şamê bû, beriya komployê bi çend salan bi Ocalan re rûniştiye, lê dîroka wê nayê bîra wê.

Dayika Salhe Etî destnîşan kir ku dema Ocalan dîtiye gelek kêfxweş bûye. Dayika Salhe bi bîr xist ku dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girêdayî doza Kurd, mafên gelê Kurd ên ku jê hatine standin û erkên gelê Kurd ji bo bilindkirina asta têkoşînê heya pêkanîna azadiyê, axiviye.

Dayika Salhe girêdayî rûniştina xwe bi Ocalan re wiha got: "Rûniştina min bi Ocalan re hişt ku ez bibim xwedî vîneke xurt û hezkirina min ji neteweya min re û têkoşîna ji bo wê zêde bû. Êdî ez gihîştim astekê ku ez dikarim ji bo fikra wî ya ku me ji nezaniyê, koletiyê û zordariyê xilas kir, berdêlek buha bidim."

Salhe Etî da zanîn ku wê piştî hevdîtina bi Ocalan re kurê xwe tev li tevgera rizgariya Kurdistanê kiriye. Her wiha kurê wê yê din jî tev li tevgerê bûye lê beriya 25 salan li Şamê hatiye girtin û heya niha winda ye. Dayika Salhe hêvî kir ku careke din bi Ocalan re rûne.

Dayika Salhe tekez kir ku dewletên komploger armanc dikirin ku dengê heqiyê binixumînin û rê li pêşiya belavkirina fikrên Ocalan bigirin, lê ew negihîştin armancên xwe û Şoreşa Rojava jî îsbata wê ye. Dayika Salhe soza şopandina fikra Ocalan û şehîdan da.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Xanim Mehmûd a 52 salî diyar kir ku ew di salên 90’î de bi Ocalan re rûniştiye û ev tişt anî ziman: "Hevdîtinên me bi Ocalan re rihê fedayetî û moralên bilind di dilê me de çandin."

Xanim wiha gotinên xwe berdewam kir: "Piştî rûniştina min bi Ocalan re, min hewl da fikrên wî di nav jinan de belav bikim. Min dixwest ez tev li tevgerê bibim, lê Ocalan ji ber ku ez dayika 3 zarokan bûm, nehişt ku ez tev lê bibin."

Xanim Mehmûd tekez kir ku Komploya Navneteweyî têk çûye, ji ber ku fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bûne.

Di dawiyê de Xanim soza şopandina fikra Ocalan û berdewamkirina têkoşîna heta azadiya wî da.

(şx)

ANHA