Serokê Tîma Çavdêriyên Navdewletî gihaşt Senaayê

Serokê Tîma Çavdêriyên Navdewletî ya girêdayî Komîteya Jinûvebelavkirinê general Michael Lawlessard gihaşt paytexta Yemenê Senaayê.

Serokê Tîma Çavdêriyên Navdewletî gihaşt Senaayê
11 sibat, 2019   13:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên kanala El-Erebiye, serokê Tîma Çavdêriyên Navdewletî ya Komîteya Jinûvebelavkirinê Michael Lawlessard ku ji Ednê hatiye, vê sibehê gihaşt Senaayê.

Girêdayî mijarê, hikumeta Yemenê diyar kir ku ew ji bo pêkanîna peymana Swêdê baldar in û erka nûnerê navdewletî ew e ku aliyê dibe sedema azarên mirovî, ragihîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku diyalogên di navbera Hûsî û hikumeta Yemenê de bi sponseriya nûnerê navdewletî ji bo nîqaşa nakokiyên her du aliyan berdewam in.

Tê payîn ku nûnerê navdewletî bi fermandarên Hûsiyan re ji bo dosyayên dîlgirtiyan û li rex jî doza vekişîna ji bajarê El-Hudeydayê û peravên wê nîqaş bike û hê jî Hûsî di pêkanîna wê de demê dirêj dikin.

 (fr)