Ebo El-Xîd: Tu lihevkirin ji bo vegera Sûriyê tune ne

Ajansa Associated Press ragihand ku sekerterê giştî yê Yekitiya Dewletên Erebî Ehmed Ebo El-Xîd got heta niha ji bo vegera Sûriyê di nava koma Ereban de negihaştine tu lihevkirinan.

Ebo El-Xîd: Tu lihevkirin ji bo vegera Sûriyê tune ne
11 sibat, 2019   13:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press ragihand ku sekerterê giştî yê Yekitiya Dewletên Erebî Ehmed Ebo El-Xîd got heta niha ji bo vegera Sûriyê di nava koma Ereban de negihaştine tu lihevkirinan. Daxuyaniyên Ehmed Ebo El-Xîd roja duşemê li Lubnanê piştî civîna wî bi serokê Lubnanê Mîşêl On re pêk hat.

Ebo El-Xîd wiha axivî: "Heta niha lihevhatinên ku em behs dikin, bi dawî nebûne. Dê civîn bi wezîrên karên derve re bên kirin da ku nakokî bi dawî bibe û bang li Sûriyê bê kirin da ku vegere Yekitiya Dewletên Erebî.”

Endamtiya Sûriyê di Yekitiya Dewletên Erebî de ku tê de 22 dewlet endam in, di sala 2011’an de piştî pêngava leşkerî ku hêzên rejîmê li ser xwepêşandanan kir, hate rawestandin.

(jo/bm)