Meclisa Kantona Şehbayê Komploya 15`ê Sibatê şermezar kir

Şêniyên kantona Şehbayê, meclisa kantonê û partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir

Meclisa Kantona Şehbayê Komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
11 sibat, 2019   11:31

ŞEHBA

Bi dehan endam, rêveberên Meclisa kantona Şehbayê û partiyên siyasî, li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyeke hevbeş Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku derbasî sala 21`an dibe, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Şopandinê ya Meclisa Kantona Şehbayê Fatma Xelo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"15`ê Sibatê dewletên desthilatdar bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest îradeya gelê berxwedêr li dijî qirkirina hebûnê têk bibin. Gelê me fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re esas girt û rêya ber bi azadî û rizgarkirinê ve şopand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikrên civakî û mirovî tê dikoşe da ku jiyana hevbeş û hemû gelên Rojhilata Navîn azadiya xwe bi dest bixin. Her wiha gel ji tarîtiyê derxist û ew ji zilm û zorê rizgar kirin.

Komploya 15`ê Sibata 1999`an li dijî rêber Ocalan mîna kuştina mirovî li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên azadî û demokrasîxwaz bû. Heta roja îro jî komplo li dijî hebûna gelê Kurd û çanda wî da ku dengê wan bisekinîne û îradeya wan bişikîne, didome.

Tişta ku nehişt gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd ku tev li çareserkirina aloziya Sûriyê bibe, berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku têkilî di navbera laş û can de çênebe. Ji ber wê berxwedana zindanan; berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevrêyan wan, serkeftina îradeya gelên azadîxwaz e.  

Em wek şêniyên kantona Şehbayê bi meclisên wê yên sivîl û partiyên siyasî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku ev komplo ji destpêka ku hate lidarxistin ve armancên wê pêk nehatin. Berxwedana lehengiyê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehba û Efrînê bi taybet li dijî komên terorîst her wiha berxwedana Bakurê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a dagirker mînaka vê berxwedanê ye.

Em bang li civaka navdewletî û di serî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî, rêxistina Yekitiya Ewropayê, rêxistinên mafên mirovan û gelên azadîxwaz dikin ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Her wiha em bang li wan dikin da ku zextê li hikumeta Tirkiyê bike da ku ji xaka me derkeve û li hember siyasetên wê yên binpêkirinê li dijî tevahî gelan û bi taybet gelê Kurd, bisekinin."

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ji Ocalan re azadî” û silavkirinan berxwedana girtiyên di zindanan de bi dawî bû.

(bx)

ANHA