Joseph Votel: Hejmara DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bi deh hezaran e

Kenala CNN a Amerîkayê ragihand ku general Joseph Votel ê DYA’yê ku çavdêrê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn e wiha got: "Hejmara DAIŞ’ê li Iraq û Sûriye bi deh hezaran e."

Joseph Votel: Hejmara DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bi deh hezaran e
11 sibat, 2019   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala CNN’ê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), general Joseph Votel ji rojnamevanan re ku pê re di hundirê balafirê de bûn, axiviye. Serdana Votel du hefteyan ji bo hevdîtinên bi fermandarên li herêmê re pêk bîne, dewam bike. Ev serdana Votel a dawîn e piştî 39 salan ji karê di nav artêşa DYA’yê de.

Votel got metirsî û gefa DAIŞ’ê li herêmên Sûriye û Iraqê heye û wiha dewam kir: "DAIŞ li herêmê belav bûye, şervan û fermandarên wê hene. Her wiha kes hene ku karê wan hêsan dikin.”

Votel teqez kir ku hêzên Amerîkayê dê li gorî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump vekişin, lê dema vekişandinê diyar nekir.

Gelek rayedarên leşkerî û îstixbaretê yên Amerîkayê jî der barê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û vegera DAIŞ`ê, hişyarî dabûn.

Votel teqez kir ku dê rêjeya hêzên wan li Iraqê wekî xwe bimîne.

 (fr)