Li Baxozê QSD`ê 2km çargoşe rizgar kirin

Şervanên QSD`ê li eniya Baxozê 2km çargoşe rizgar kirin, her wiha şerên dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de didomin.

Li Baxozê QSD`ê 2km çargoşe rizgar kirin
10 sibat, 2019   08:35

DÊRAZOR

Duh QSD’ê ragihand ku wan di çarçoveya pêngava dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de li gundê Baxozê ya Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyona dawî destpê kirin.

Nûçegihanên me ku pêngavê dişopînin ragihandin ku şervanên QSD`ê li eniya Baxozê bi firehiya 2km çargoşe xaka di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de rizgar kirin. Li eniya Baxozê şerên dijwar didomin.

ANHA