Mijarên rojnameyên erebî yên di vê hefteyê de derketin pêş ev in

Helwesta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de tevlihev e û êdî şîaryên xwe yên gelerî kêm dike, li aliyekî deriyê li hevkirina bi Esed re vekirî hiştiyê û li aliyekî din xeleka Rûsî ya ku di dora stuyê wê gerandiye qebûl kiriye. Li Yemenê jî alozî didome û îtîrafa Ewropayê bi Guadeloupe zêde dibe.

Mijarên rojnameyên erebî yên di vê hefteyê de derketin pêş ev in
10 sibat, 2019   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de bal kişandin ser dosyaya Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê wê, aloziya Yemenê, Sûdan û hwd…

Şerq El-Ewset: Hevdîtin li Brukselê ji bo lihevhatina bi Sûriyê re

Di heman mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Îro dê li Brukselê civîna wezîran a dewletên erebî û Ewropayê pêk were, dê mijara sereke jî lihevhatina dewletên erebî bi Sûriyê re be.

Tê payîn ku lûtkeya Erebî- Ewropayê ku li paytexta Misrê bê lidarxistin, mijara “tevlêbûna bi merc” bê erêkirin, her wiha mijara beşdariya dewletên Ewropayê di avakirina Sûriyê de û piştgiriya şandeyê navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen.”

El-Ereb: El-Esed dijminê ku dibe Erdogan bispêre wî

Di mijara lihevhatina Erdogan bi rejîma Sûriyê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vegera têkiliyên bi hemûîşeyê xwe Beşar El-Esed re derî vekirî hiştiye û hemû şens û bijartekên vê dosyayê vekirî dihêle, ji ber ku ew ditirse li dijî El-Esed bi tenê bimîne, piştî ku gelek dewletên Ereban deriyê lihevhatina bi Şamê re vekirin û hin hêzan êdî mayina serokê Sûriyê pejirand.”

Hevalbendên Washingtonê di wê tirsê de ne ku piştî vekişîna Amerîkayê, Tirkiyê êrîşî hêzên Sûriya Demokratîk a di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel de bike û li dijî pêkhateyeke serke a Sûriyê anku Kurdan, komkujiyan pêk bîne û rê veke ku Tirkiye zêdetir bikeve herêmê.

Dîplomat dibêjin ku pir nakokî di navbera hêzên rojavayî û Rûsyayê de hene jî lê dîsa jî hemû alî der barê pêşîlêgirtina firehbûna desthilatdariya Tirkiyê di Sûriyê de û êrîşkirina Kurdan de xwediyê yek nêrînê ne.”El-Şerq El-Ewset: Pêşniyara bicihkirina 10 hezar çekdarên Kurd û Ereb li rojhilatê Sûriyê

Der barê planên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset li ser zimanên çavkaniyên diplomatîk wiha nivîsî: “Serokê şepêla “Elxed” a Sûrî Ehmed El Cerba duh ji rayedarên Amerîkî û Tirkan û serokê herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî re pêşniyar kir ku nêzî 10 hezar çekdarên Kurd û Ereb li herêma ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike.

Li aliyekî din fermandarên Yekîneyên Parastina Gel nerazîbûnên xwe li hember vê biryarê nîşan da û hevdîtinên xwe bi Şamê û Moskovê re dewam dikin. Rûsya jî der barê mijarê de peymanê Edeneyê pêşniyar dike”.

El-Ereb: Erdogan zemîna xwe ya gelêrî winda dike û tawîzan dide

Rojnameya El-Ereb got "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dest ji avêtina dirûşmeyên xwe yên bi hêz ji bo avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê bernade, heta ku ev yek li hemberî hebûna Amerîkayê derkeve.  Lê li pey van dirûşmeyan helwestên Enqereyê yê paşdeçûnê diyar dibin, ya girîng ji aliyekî ve xwe teslîmî xeleka Rûsya ya li derdora helwestsa Tirkiyê heger girêdayî nexşerêya Minbicê bike anî jî xwe nêzîkî Şamê bike û eşkere îtîrafê bi vê yekê bike."

El-Şerq El-Ewset: Îran ji bo dagirtina valatiya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê hêza xwe zêde dike

Her wiha rojnameya El-Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: “Îran hewldanên xwe ji bo tevlêbûna endaman nava hêzên xwe li rojhilatê Firatê piştî vekişandina Amerîkayê, zêde dike. Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got şandeyeke ji Îranê serdana bajarê El-Meyadîn kir û ji ciwanên herêmê re got vegerin warên xwe û tev li hêzên Îran û alîgirên wê bibin.”

El-Ereb: Rewşeke biguman li hêviya rojhilatê Sûriyê ye 

Rojnameya El-Ereb der barê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got demê dest pê kiriye û rêxistina terorîst a îslamî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi tunekirinê ve diçe. Her wiha rewşeke metirsî li gel alîgirên vekişandina hêzên Amerîkariyê û yên dijberî wê heye.

Fermandarên leşkerî yên Amerîkayê û yên rojava metirsiyên wan der barê vekişandina hêzên Amerîkariyê heye û dibêjin dê rêxistina terorîst careke din vejîn bibe û şaneyên wan li hindek parçeyên Sûriyê û Iraqê hene.

El-Şerq El-Ewset: “Eyin El-Esed” îraqê Iraqê tevlihev dike

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: “Daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên der barê mayîna baregeha “Eyin El-Esed” ku li parêzgeha El-Enbar ya Iraqê ye, dîmena siyasetê li Iraqê tevlihev kir.

Serokê parlemana Iraqê Mihemed El-Helbûsî di daxuyaniyekê de wiha got: “Ji bo şerê li dijî terorê û piştgiriya hikûmetê, pêdiviya Iraqê hîna jî bi alîkariya navdewletî heye”. Ev helwesta El-Helbûsî li dijî nêrîna piraniya hêzên nêzî Îranê ye ku li dijî hebûna Amarîkayê li Iraqê ne.

El-Şerq El-Ewset: civîna belavkirina hêzan li Hudeyda

Di mijara Yemenê de El-Şerq El-Ewset nivîsî “serokê komîteya jinûve belavkirina hêzan, generalê Holandî Patrick Komart duh civîneke komîteyê lidar xist, di civînê de nûnerên hikûmetê û yên Hûsiyan beşdar bûn. Civîna ku di keştieke navdewletî ya li ser derya sor hate lidarxistin ji aliyê gelek derdoran ve weke civîna `ser av` hate binav kirin û gotin ku civîn ji hêla şêwe û naverokê ve “ser av” bû. Ji ber ku Hûsiya qebûl nedikirn li herêmên di bin desthilatdariya hikûmetê de beşdarî civînê bibin. Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bi daxuyniyekê got “ Alî dê der barê pêkanîna lihevhatina jinûve belavkirina hêzan û alîkariyên mirovî de gotûbêj bikin, li gorî lihevhatina civîna Stokholm`ê”.

El-Heyat: Hûsî pêşniyarên Cammaert napejirînin... Li Ûmanê bi beşdariya Griffiths civîn

Di mijara Yemenê de rojnameya El-Heyat nivîsî: “Piştî civîna duyemîn ya komîteya koordînekirinê ya pêkanîna peymana Stockholmê, milîsên Hûsiyan qebûl nekir ku hêzên xwe ji benderan vekişînin.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Çavkaniyên ji nava komîteyê diyar kir ku nûnerên hikûmetê pêşniyara Patrick Cammaert a vekişîna hêzên he du aliyan pejirandin, bi şertê ku dosyayên rêveberiya ewlehî û herêmî jî di anva dosyayên lihevhatinê de bin. Serokê hikûmeta Yemenê Muîn Ebdilmelik duh got ku hewldanên milîsên Hûsî yên têkbirina peymana Swêdê, diyar dike ku ew wekî her carê ne cidî ne û naxwazin werin aştiyê û guh bidin viyana gel an jî biryarên navdewletî pêk bînin.”

El-Şerq El-Ewset: Li Xertûm û Umderman xwepêşandan dîsa nû bûn

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Dîsa li Xertûm û Umdermanê xwepêşandanên li dijî hikûmetê nû bûn, polîsan jî bi bombeyên gazî bersiv da. Ajansa France Press li ser zimanê hin şahidan got ku xwepêşandêr li du taxên paytextê û li bajarê Umdermanê daketin meydanan, hêzên ewlehiyê jî bi lez destwerdan kirin û xwepêşandan belav kirin û bombeyên gazê li dijî xwepêşanderan bi kar anîn. Li gorî şahidan xwepêşanderan dirûşmên mîna “Azadî, aştî û edalet” berz kirin.”

El-Heyat: Îsraîl li ser sînorên Xezayê dîwarekî nû ava dike

Di mijara Filistînê de rojnaeya El-Hayat ev tişt gotin: “Îsraîl duh ragihand ku xebatên ji bo parastina sînorên xwe ketiye pêvajoyeke nû û dest bi avakirina dîwarekî mezin li ser sînorên Xezayê dike. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civîna hikûmetê ya heftane ji rojnamevnan re got “Di dawiya hefteya bê de em ê dîwarekê li seranserî sînorên bi Xezayê re ava bikin”. Netanyahu da zanîn ku tê payîn dîwar bi qasî 6 metreyan ji erdê bilind be û wiha got: “Em ê nehêlin terorîst ji Xezayê derbasî herêmên me bibin.” Netanyahu tu berfirehiyên din eşkere nekirin, lê wezîreta parastinê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku xebatên avakirina dîwar dê roja pêncşemê dest pê bikin.”

Şerq El-Ewsat: Hikumeta Lubnanê bicihanîn xwedûrxistinê ezmûn dike

Li ser asta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat got: "Tê payîn ku Meclisa Wezaretê ya Lubnanê ji bo bicihanîna bernameya hikumetê ya ku di 3 rojan de ji hêla komîteya wê ve hatibû amadekirin, ji bo erêkirinê bicive. Her wiha tê payîn ku serokê parlamenê Nebîh Berî civînan di rojên sêşem û çarşema bê de li dar bixe. Piştî civîna duh Wezîrê Ragihandinê Cemal El-Cerah ragihand ku xwendina dawîn a forma daxuyaniya wezaretê pişt çêkirin hindek guhertinan beyî ku cewhera wê were guhertin bi dawî bûye. "

Rojnameyê wiha domand: "Hikumet piştî erêkirina parlamenê di ezmûnekî cidî re derbas bibe, da ku asta bicihanîna siyaseta xwedûrxistinê û dûrxistina Lubnanê ji nakokiyên ku li herêmê rû didin teqez bike."

El-Şerq El-Ewset: Ewropa Juan Guaido nas dike, Rûsya şermezar dike

Di mijara Venezuelayê de El-Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: “Piştî ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro neperjirand ku di nava dema ku dewletên Ewropayê destnîşan kiribû de hilbijartinên serokatiyê çêke, 14 dewletên Yekitiya Ewropayê duh bi awayekî fermî lîderê opozîsyonê Juan Guaido wek serokê welêt nas kir.”

Rûsyayê ku yek ji hevalbendên Maduro ye, helwesta dewletên Ewropayê şermezar kir, berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov wiha got: “Em hewldanên rewakirina desthilata dagirker mîna dewstwerdana karûbarên hundirîn ên venezuelayê dibînin”.

El-Hayat: Bi hezaran kesan li Stenbolê pişgiriya berxwedanê kir

Rojnameya El-Hayat der barê xwepêşandanên li Tirkiyê de wıha nivîsî: “Lı bajarê Istenbûlê roja şemiyê bi hezaran kesan li ser banga Paratiya Gelan a Demokratîk tevlî xwepêşananê piştgiriya çalakvanên gireva birçîbûnê a li dijî rewşa girtina lîderê partiya karkerên Kurdistan Abdulah Ocalan bûn. Ajansa France Presse diyar kir ku xwepêşandêr li meydana Bakirkoy e a bajarê Istenbolê di nava tedbîrên ewlekariyê de civiyan. Yek ji çalakvanên Partiya Gelan a Demokratîk Fatih Olaş got “em bi hevalên xwe yên berxwedêt serbilind in, ew ne bi tenê ne`. eger pêşwîst bike emê ji bo vê dozê canê xwe bidin û ji tiştekî natirsin”.

ANHA