QSD`ê dest bi operasyona dawî kir

Şervanên QSD`ê li gundê Baxoz ê Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyona dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê kirin.

QSD`ê dest bi operasyona dawî kir
9 sibat, 2019   14:52

DÊRAZOR

Duh nûçegihanên me ragihandibûn ku amedekariyên operasyona bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ’ê di quncikên dawî yên gundê Baxozê tên kirin.

Li gorî nûçegihanên me ku Şerê Tinekirina Terorê dişopîne ragihand ku şervanên QSD`ê dest bi operasyona dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxoz ê ku dikeve başûr- rojhilatê bajarokê Hecînê yê Dêrazorê kirin.

(bx/bm)

ANHA