Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin

Endamên rêveberiya TEV-DEM`ê yên Helebê destnîşan kirin ku Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê bi bin bikeve û teqez kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina tecrîda li ser Ocalan hewl dide gelê Kurd tine bike.

Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
Li Helebê du civîn li ser Komploya Navnetewî hatin lidarxistin
9 sibat, 2019   14:15

HELEB

Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a taxa Şêxmeqsud a bajarê Helebê bi nêzikbûna 20’emîn salvegera Komployên Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, du civîn lidar xistin.

Di her du civînan de dehan şêniyên taxê yên Kurd û Ereb, endamên saziyên sivîl û komînan amade bûn.

Di civîna yekemîn ku li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin, Endama Rêveberiya TEV-DEM`ê Raperîn Heleb axivî û diyar kir ku Komploya Navnetweyî ku di kesayeta Ocalan de hat kirin dê derbasî sala 21`an bibe û da zanîn ku ev komplo hemû gelên azadîxwaz dike armanc.

Raperîn teqez kir ku ji destpêkê ve armanca hikumeta Tirkiyê tinekirina gelê Kurd e.

Paşê sînevziyonek li ser doza gelê Kurd û komploya navnetweyî hate pêşandan.

Derbarê mijarê de, civînek li taxa Eşrefiyê jî hate lidarxistin, di civînê de Endama Rêveberiya TEV-DEM`ê Ronak Til Temir bi zimanê Kurdî û Hevseroka Meclisa TEV-DEM`ê ya Helebê Sûad Hesen jî bi zimanê Erebî axivîn.

Axaftvanan teqez kirin ku siyasteta Erdogan li pêşiya îradeya tekoşer Leyla Guven û hevalên wê bi bin ket.

Her du civîn bi drûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn.

(jo/bm)

ANHA